Cihê pîroz ku hezaran sal in nikare bê parvekirin: Mescîd-î Aksa

Mescîd-î Aksa, ku ji bo Misilmanan, Xiristiyanan û Yahûdiyan cihekî pîroz e, dibe ku cihê herî bi nîqaş ê Qûdsê ye, ku dike nake nikare bê parvekirin.

Piştî ku Îsraîlê di meha bihurî de ketina hundir qedexe kir û ji ber vê yekê gelek Fîlîstîniyan di xwepêşandanên protestoyî de jiyana xwe ji dest dan, Mescîd-î Aksa ji nû ve kete rojevê.

CIHÊ PÎROZ Ê GELEKÎ DÛR

Gelek navên cuda li Mescîd-î Aksa hatiye kirin. Sê ji van ên herî girîng ev in: Di nava navên lê hatine kirin de ya herî zêde tê bikaranîn El Mescîdû'l Aksa ye. Gotina El-Aksa tê wateya ya herî dûr û tê texmînkirin ku bi vê yekê re mebest ew e, ku mescîta dûrî Mekkeyê ye.

Wekî din navê El Beytû'l Mûkaddes jî tê bikaranîn û bi giranî tê wateya 'berhemdar' û 'pîroz'.

Mescîd-î Aksa li Qûds'ê ye ji aliyê Misilman, Xiristiyan û Yahûdiyan ve pîroz tê dîtin. Li rojhilatê vê herêmê, dîwarekî bi dirêjahiya 462 metreyî heye û ev dîwar tevî yê Mescîd-î Aksa dîwarê hevpar ê bajarê Qûdsê ye.

Li başûrê Mescîd-î Aksa dîwarekî ji 281 metreyî dirêj, li bakurê wê dîwarê ji 310 metreyî û li rojava jî dîwarekî ji 491 metreyî dirêj hene. Ev avahî di dema destpêkê ya Îslamê de hate avakirin. Li nava Mescîd-î Aksa berhem û medreseyên ku di dema xanedana Kurdan Eyyûbiyan û dema Memlûkan de hatine çêkirin hene.

LI SER DEMA AVABÛNA WÊ, ÎDÎAYÊN CUDA HENE

Mescîd-î Aksa ji bo Misilmanan bi sedan salan e girîng e. Baş nayê zanîn bê Mescîd-î Aksa kengî hatiye avakirin. Di Hadîsên ji Hz. Mûhammed hatine ragihandin, di vê derbarê de demek hatiye destnîşankirin.

Li gorî Ebû Zerr el Gîffarî, ku yek ji sahabeyên ewilî ola Îslamê qebûl kiriye, ku agahiyên xwe dispêre pêxemberê Îslamê, Mescîd-î Aksa piştî Mescîd-î Haram mescîda duyemîn e ku li ser rûyê erdê hatiye çêkirin. Di qeydan de tê gotin, ku Hz. Mûhammed dema avakirina Mescîd-î Aksa weke 40 sal piştî avakirina Kabeyê radigihîne. Tê texmînkirin ku Kabe di sedsala 6. a piştî zayîndê de hatiye çêkirin.

JI BO YAHÛDIYAN BI HEZARAN SAL IN GIRÎNG E

Ev herêma pîroz li herêmeke ji hezaran donimî ye, ku ji aliyê Yahûdiyan ve weke Girê Perestgehê tê binavkirin cih digire û gelek berhem lê hene. Tê zanîn, ku civaka destpêkê li Qûdsê bi cih bûye Yebûsî ne. Lewma ji aliyê gelek kes û derdoran ve tê qebûlkirin ku bajar ji aliyê vê civakê ve hatiye avakirin. Yek ji îdîayan ew e, ku Îbrahîm Pêxember ê ji aliyê Misilmanan û Mûsewiyan ve tê qebûlkirin di dema Yebûsiyan de hatiye Qûdsê û li vir mescîd ava kiriye. Tê gotin, heta salên 1000'î yên beriya zayînê ku bajar kete destê qralê duyemîn ê Îsraîlê Davûd, ku Davûd di heman demê de weke pêxember tê qebûlkirin, Qûds di destê Yebûsiyan de bû.

Ji xwe tê îdîakirin, ku dîwarê îro yê li başûrê Mescîd-î Aksa di wê demê de hatiye avakirin. Li gorî hin çavkaniyan, di dema Hz. Havûd de ev herêm hatiye berfirehkirin û di dema kurê wî Hz. Suleyman de vê înşaetê dewam kiriye.

PIŞTÎ SIRGÛNA BABÎLÊ JI NÛ VE HAT ÇÊKIRIN

Di sala 586'an beriya zayînê de piştî ku bajar ji aliyê Babîlan ve hate dagirikrin, Yahûdî sirgûnî Babîlê hatin kirin. Qralê Persê Cyrûs ê Mezin, di sala 538'an a beriya zayînê de dawî li serdestiya Babîlê anî û destûra da ku Yahûdî li Qûdsê vegerin. Tê zanîn ku li heman herêmê perestgeheke din hatiye avakirin. Tê gotin, bermahiyên Perestgeha Duyemîn di salên 2000'î de li binê Mescîd-î Aksa hatiye dîtin, lê belê bi hinceta ku Mescîd-î Aksa xera bibe, xebatên kolandinê yên ji bo vê nehatine kirin.

Piştî ku Qûds kete bin kontrola Împaratoriya Roma û Roma ya Rojhilat (Bîzans) bandora Xiristiyanê lê zêde bû. Li vê herêma ku cihê çarmixkirina Hz. Îsa tê zanîn, Bîzansan dêrek bi navê Dêra Qiyametê ava kirin. Piştî vê yekê, girîngiya cihê ku Mescîd-î Aksa lê ye, kêm dibe.

WEKE 'QIBLEYA DESTPÊKÊ' YA MISILMANAN TÊ QEBÛLKIRIN

Mescîd-î Aksa di dema Hz. Mûhammed de ji bo Misilmanan girîng bûye. Tê zanîn, piştî sala 622'an dema pêxemberê Îslamê ji Mekkeyê hîcretî Medîneyê kir, di demeke navbera 10 û 17'an de dema nimêj dikir berê xwe nedida Mekkeyê, lê berê xwe dida Qûdsê ku Mescîd-î Aksa lê ye. Lewma ev der weke qibleyê dihate qebûlkirin. Piştre jî li ser daxawza Hz. Mûhammed bawermendan di dema nimêjê de berê xwe dan Kabê û ev der weke qibleyê hate qebûlkirin.

Mescîd-î Aksa di sala 1119'an de veguherî navenda Şovalyeyên Perestgehê û sembolên Xiristiyaniyê lê hatin zêdekirin.

HIKUMDARÊ KURD SELAHADDÎN JI NÛ VE JI BO MISILMANAN QEZENÇ KIR

Mescîd-î Aksa ji bo Misilmanan yek ji sê cihên pîroz e ku weke Harem-l Şerîf tên binavkirin û Kabe jî di nav de ye. Di şerê hikumdarê Kurd Selahaddîn-î Eyyûbî yê dijî Xaçperestan de, bajar ji nû ve ji destê Xiristiyanan kete destê Misilmanan.

Li gorî dîroknasên Osmanî, Qûds piştî şerê bi Memlukan re kete bin kontrola Osmaniyan û di sedsalên piştî vê desthilatdariyê de gelek sembol û dekorasyon lê hate zêdekirin.

BI AVABÛNA ÎSRAÎLÊ RE VEGUHERÎ NAVENDEKE ALOZIYÊ

Mescîd-î Aksa ya li Girê Perestgehê ye ku tê îdîakirin Perestgeha Suleyman lê ye, piştî şerê yekemîn ê cîhanê li dû ragihandina dewleta Îsraîlê di sala 1948'an a ji ailyê Îngilîzan ve, wextekê di nava axa Îsraîlê de nebû. Lê belê sala 1967'an piştî Şerê 6 Rojan ê ji aliyê Îsraîlê ve hate qezençkirin, Qûds a Rojhilat ku Mescîd-î Aksa jî lê ye, ji aiyê yekîneyên Îsraîlê ve hate bidestxistin.

Kontrolkirina vê herêmê ji aliyê Îsraîlê ve, li gel Fîlîstîniyan ji bo hemû Misilmanan weke 'heqareteke mezin' hate binavkirin.

Gelê Fîlîstînê di dema Întîfada Yekemîn a sala 1988'an de li ber Mescîd-î Aksa xwepêşandan lidar xist û di vê xwepêşandanê de ji ber gulereşandinê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji mezintirîn aloziya navbera Yahûdiyan û Misilmanan a li ser Mescîd-î Aksa di sala 1990'î de rû da. 8'ê Cotmeha 1990'î, komek ji Yahûdiyên radîkal, ku xwestin kevirên bingehîn ên Perestgeha Sêyemîn a xeyalê Yahûdiyan e bi cih bike, Mescîd-î Aksa weke 'Girê Perestgehê' bi nav kir. Fîlîstîniyan li hemberî vê yekê xwepêşandan lidar xistin û zêdeyî 20 Fîlîstînî ji aliyê polîsê Îsraîlê ve hatin kuştin.

KETINA HUNDIR A ŞARON RÊ LI BER ÎNTÎFADA DUYEMÎN VEKIR

Yek ji provokasyona n rê li ber Întîfada Duyemîn vekir. 28'ê Îlona 2000'î Arîel Şaron ku Serokwezîrê wê demê yê îsraîlê bû û weke berpirsyarê Komkujiya Sabra û Şatîla ya 1982'an dihate dîtin, serdana mescîdê kir. Di nava şert û mercên asayî de destûr nayê dayin ku kesekî ne Misilman serdana mescîdê bike. Lewma serdana Şaron weke 'provokasyonê' hate binavkirin û berxwedana Întîfada ya Duyemîn ku heta sala 2005'an dewam kir, dest pê kir. Di dema Întîfada Duyemîn de, ku weke 'Întîfada El Aksa' cihê xwe di dîrokê de girt, bi qasî hezar Îsraîlî û zêdeyî 5 hezar Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Vê bûyerê bi tena serê xwe nîşan da ku herêma Mescîd-î Aksa lê ye, ji bo Yahûdî û Misilmanan çiqasî girîng e. Ya jî nîşan da, ku hewldanek li vê herêmê wê rê li ber teqîna hêrsa dîrokî ya her du aliyan veke.