Cenazeyê Nîna Ehmedî hate veşartin

Cenazeyê Nîna Ehmedî li Viyanayê bi merasîmekê hate veşartin.

Kurdistanî îro li Zentralfiredhof a Viyanayê li hev civiyan û ji bo Ehmedî merasîmek pêk anîn. Hevserokê Meclîsên Civaka Demokratîk a Kurdên li Awûstûryayê Halîs Gezer li merasîmê axivî û got, "Daxwaza herî mezin a hevala Nîna azadiya Kurdistanê bû. Em li pêşberî wê careke din soz didin ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wê em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî diyar kir ku ji sala 1995'an ve ew Ehmedî nas dike û di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de kedeke wê ya mezin heye. Koç got, "Em ê têkoşîna wê li Kurdistana azad teqez bi ser bixînin."

Xebatkarên çapemeniya Kurd Reşad Sorgul û Necîbe Qeredaxî jî li merasîmê axivîn.