Cemîl Bayik: 15'ê Tebaxê hesabên faşîzmê serûbin kir

Bayik: Pêngava 15'ê Tebaxê hesabên faşîzma 12'ê Îlonê rûxandin, ew serûbinî hev kirin. Faşîzma 12'ê Îlonê bi 14'ê Tîrmehê di warê îdeolojîk de hatibû têkbirin, di 15'ê Tebaxê de jî derbeke mezin a eskerî û siyasî lê hat xistin.

Bi rasthatina salvegera pêngava 15'ê Tebaxê re Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê. Bayik got, cuntaya eskerî ya Tirkiyeyê ya salên 80'yî hesab dikir ku bi tinekirina Kurdan komareke nû ava bike û ji bo dewra pêngava 15'ê Tebaxê jî wiha peyivî: "Beriya her tiştî pêngava 15'ê Tebaxê hesabên faşîzma 12'ê Îlonê rûxandin, ew serûbinî hev kirin. Faşîzma 12'ê Îlonê bi 14'ê Tîrmehê di warê îdeolojîk de hatibû têkbirin, di 15'ê Tebaxê de jî derbeke mezin a eskerî û siyasî lê hat xistin."

Cemîl Bayik dema bersiv da ka çima pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kir, got, "Pêngava 15'ê Tebaxê di demekê derket holê ku mêhtingeriya qirrker bawer dikir di wê rewşê de ku faşîzma 12'ê Îlonê her awayê mixalefetê bêdeng dikir, bi qirrkirina Kurdan, wê Kurdistan bibe meydana belavbûna netewebûna Tirk; di demeke ku hesab û plan bi vî rengî de pêk hat. Jixwe, destûra 12'ê Îlonê ya bûye destûreke qirrkirinê. Siyaseta qirrkirinê ya heta hingê wê di nava 10-15 salan de bihata temamkirin û biçûya serî. Ew ê ji vê pirsgirêkê xilas bibûna. Dewleta Tirk wiha difikirî, li aliyê din di nava civaka Kurd de jî rê li ber devjixweberdaneke mezin vekiribû. Her çiqasî, Berxwenda Zindanan a 14'ê Tîrmehê kir ku hêviya di nava civakê dewam bike, diviyabû ev hêvî û ruhê berxwedêr li derveyî zindanê jî di pratîkê de pêk bihata. Faşîzma 12'ê Îlonê bawer dikir ku ew ê demeke dirêj vê bêdengiyê dewam bikin. Wan ê Tirkiyeyeke nû derxista holê. Rewşeke welê hatibû afirandin ku Kurd tê de bi temamî hatibin qirrkirin, mixalefet bi temamî hatibe bêdengkirin, hêzên demokrasiyê hatibin pelçiqandin, derdorên Îslamî ketibin nava dewletê, û Kurd bi temamî tenê hatibin hiştin. Lewma, beriya her tiştî pêngava 15'ê Tebaxê hesabên faşîzma 12'ê Îlonê rûxandin, ew serûbinî hev kirin. Faşîzma 12'ê Îlonê bi 14'ê Tîrmehê di warê îdeolojîk de hatibû têkbirin, di 15'ê Tebaxê de jî derbeke mezin a eskerî û siyasî lê hat xistin. Belkî di cih de şikesteke eskerî û siyasî nexwaribin, lê belê têkoşînek hat destpêkirin ku di demeke kurt de wê şikesta siyasî li wan bixista."

BÊHÊVÎTÎ JI HOLÊ RAKIR

Ji bo girîngiya vê gavê Bayik got, "Ne ku tenê derb li faşîzma 12'ê Îlonê hat xistin. Di heman demê de ew bêhêvîmana li cem gelê Kurd dan peydekirin jî bi erdê re bû yek. Pêngava 15'ê Tebaxê li ser vî esasî têgihiştinên reformîst û xweteslîmker jî hilweşandin, û careke din raxist ber çavan ku tenê bi têkoşîneke milîtanî, mirov dikare guhertinan bike."

Bayik got, têkoşîna gerîla bi zehmetî, berdêl û fedakariyên mezin dest pê kiriye û wiha dewam kir: "Bi vî aliyê xwe, her destketî pirr bi qîmet e. Her destketî encama berdêlan e. Dewamkirina têkoşîna gerîla a 34 salan, li her deverî belavkirina wê, têkoşîna lehengî ya li dijî mêhtingeriya qirrker, li ser piyan mana beramberî duyemîn artêşa mezin a NATO'yê, bi temamî eskerî nehatibe şikandin jî, têkbirina îdeolojîk, siyasî û civakî ya dewleta Tirk bi serê xwe destaneke vejînê îfade dike. Jixwe ji ber vê yekê jê re tê gotin Cejna Vejînê."

PKK PROTOTÎPA NETEWEYA DEMOKRATÎK BÛ

Ji bo cihêtiya PKK'ê ji tevger û serhildanên beriya xwe jî, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik îşaret bi dewra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Wî got, Ocalan ji tecrûbeya derbeke mezin xwarina tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ji darbeya eskerî ya 12'ê Adarê ders girt û gihişt encama di nava zorê û xehmetiya herî giran de biserxistinê. Bayik li ser mijarê wiha dewam kir: “Rastiya rêberiya Rêber Apo ji rastiya rêberiyê ya li tevahiya Kurdistanê cuda ye. Jixwe ya ku PKK ji serhildanên din hemûyan cihê dike, ev rastiya Rêberiyê ye, terzê rêberiyê yê Rêber Apo ye. Rêber Apo di destpêkirina têkoşînê de xwest xwe bisipêre fikra hevçerx jî. Rêber Apo bi hêza xwe ya fikr, têgihiştina jiyana nû, terzê xwe yê têkoşînê, hîna ji serî ve li pêşiya dijmin meşiyaye. Sedema serketina wî jî serê pêşî ev e.

Em tişta herî zêde derdikeve pêş wisa vebêjin; yekem Rêberî, yekem Tevgera Azadiyê ya ku di berxwedanên li Kurdistanê de Şafii, Sunî, Elewî, Êzîdî, Kurd hemû ber bi têkoşîneke hevpar ve birin, ew bû.

Bi rengekî ji rengan PKK ya esas bû prototîpa neteweya demokratîk. Vê jî helbet têkoşîn xurt kir.

Ji bilî van Rêber Apo ji ber ku bi zalimiya dijmin dizanî, û dizanî ku Kurdistan li navenda Rojhilata Navîn e ku lê hevsengiyên dinyayê pêk tên, gotibû, ev têkoşîn wê zehmet be. Tevahiya kadroyên xwe û rêxistin ji têkoşîneke zehmet re amade kir. Jixwe, di şertên di nava zehmetiyan de jî zehmet de kadroyên pêşeng ên PKK'ê bi berxwedanê bi ser ketin. Wan faşîzma 12'ê Îlonê îdeolojîk şikand. Ha vê carê, pêngava 15'ê Tebaxê jî terza di şertên zehmet de bi têkoşînê biserketinê ji xwe re kir esas. Ew bi vî aliyê xwe ji serhildanên beriya xwe cihê dibû. Beramberî her şêwaz zehmetiyan jî li ser piyan ma û 34 salan bê navber têkoşîn dewam kir."

EGÎD NAS BIKIN Û FÊHM BIKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê ku bi xwe jî bi Fermandar Egîd re maye û ew nas kiriye, wiha behsa hevnasîna xwe û hevrêyê xwe Egîd (Mahsûm Korkmaz) dike: “Min cara pêşî Egîd sala 1978'an li Batmanê nas kir. Hevrê Mazlum Dogan li wir xebitî bû û Mahsum Korkmaz û gelek kadroyên din derxistibûn holê. Van kadroyan jî li ser xeta Apoyî, di demeke kurt de pêşketinên mezin bi dest anîbûn. Wan gel, ciwan û karker anîbûn aliyê xwe. Di bipêşketina têkoşîna li Batmanê de dewra hevrê Egîd gelek bû. Wê têkoşîn baş dişopand û hewl dida karakterê wê bi her aliyî fêr bibe. Ji ber vê yekê pirs ji min kiribûn ka em ê rêxistinbûyînê çawa bi pêş bixin. Li ser vê em peyivîbûn. Eşkere bû ku dixwest bibe milîtan û kadroyekî bi rastî ê rêxistinê.

ESASÊ MILÎTANIYÊ LI CEM XURT BÛ

Esasê serketina milîtanekî helwêsta wî ya beramberî şoreşê û terza wî ye. Ji ber ku ev esasê wî hebû, wî di koma pêşî ya Filistînê de jî cihê xwe girt. Dema ku ji Filistînê li welêt vegeriya min ew cara duyem dît. Me minaqeşe kir li ser perwerdeya wan û ka vê çawa wê derbasî welêt bikin. Dema ku vedigeriya welêt 3 rojan li Qamişlo ma û timî kelecana vegerê û destpêkirina têkoşîna gerîla li ser wî hebû.

Me cara sêyem hevdu sala 1980'yî dît li ser sînorê Îranê. Hevrê Egîd cara duyem çûbû cem Rêber Apo, hatibû perwerdekirin û di ser Îranê re vedigeriya welêt. Kelecana berpirsiyariya destpêkirina şerê gerîla ya li ser milê wî pê re hebû. Baweriyeke mezin pê re hebû. Mirov digot, qey ew ji bo destpêkirina şerê gerîla hatiye dinyayê. Dema ku sînorê Îranê ber bi Zapê ve diçûn, ketibûn kemîna Partiya Komunîst a Iraqê. Di vê rêvîtiyê de Hevrê Îdrîs, Riyad, Ozan Sefkan şehîd bûbûn. Ew, tevî hevalên din bi saxî gihiştibû Heftenînê. Ev her sê hevdîtinên me zindî li ber çavên min in. Ji ber ku kesayeta wî tesîrker bû, her kes diyalogên bi wî re û bibîranînên bi wî re ji bîr nake. Ez wê careke din bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim. Ev pêşniyazî tevahiya gelê Kurd, ciwan û jinan dikim da ku Egîd nas bikin û fêm bikin."