Cejna Xawenkar a Yarî li Stockholmê hate pîrozkirin

Cejna Xawenkar a  Yarî ya civaka Yarsan li Stockholmê hate pîrozkirin.

Cejna Xawenkar a Yarî doh êvarê li salona Kista Traff a li paytexta Swêd Stockholmê bi şevahengekê hate pîrozkirin.

Şevahenga ku bi pêşengiya Platforma Yarsan û Platforma Horam hate amadekirin, bi yek deqe bêdengî ji bo pakrewanên Kurdistanê dest pê kir. 

Hunermed Ferîborz Keremî bi tembûr û def çend stranên ji bo cem (kom) pêşkêş kir. 

Di şevahenga cejnê de gelek peyamên layen û rêxistinên civakî siyasî hatin pêşkêşkirin ku yek ji wan jî peyama KNK’ê bû.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad axaftinek kir, li tevayî gelê kurd bi taybet bawermendên Yarsan cejn pîroz kir û got, "Ev cejin, cejna binaxa berxwedanî û azadîxwaziyê bi saya bawermendên me yên Yarsanî heya bi roja îro hatiye. Ji ber vê çendê jî em li vir bang li tevayî gelê kurd bi taybet gelê me yê rojhilatê kurdistanê dikin ku: wek em dizanin, ev bawerî, bi rihê berxwedaniyê vejiyaye û xwe ji tunebûnê rizgar kiriye, di nava dilê tevayî bawermendên Yarî de xwe daye jiyîn. Di rastiya xwe de, ev cejn, cejna yekîtî û wekheviya civakê ye. Ev cejn, ne tenê cejna bawermendên yarsane, ev cejin, cejna tevayî gelê kurde. Îro ew roje ku em wek gelê kurd, bi tevayî zarave, devok, reng, hebûn û tevayî nasnameyên xwe yên civakî li hev xwedî derbikevin û wan baweriyên xwe yên ku di bin xeterî û li ber têkçûnê ne,  bi xwedî derketinê ji nû ve zindî bikin û bidin jiyîn."

Murad destnîşan kir ku xwedîderketina li pêkhateyên li tevahiya Kurdistanê berpirsyariya wan a sereke ye.