Cejna Qurbanê li wargeha Mexmûrê hate pîrozkirin

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi wesîleya Cejna Qurbanê destpêkê çûn serdana goristanê, piştre jî li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin.

Bi wesîleya Cejna Qurbanê şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) danê sibehê çûn serdana goristanê. Welatiyan dua li ser miriyên xwe xwendin û piştre li Saziya Malbatên Şehîdan li hev civiyan. Bi wesîleya cejnê Hevserokê Meclîsa Gel Huseyîn Kara axivî.

Kara cejn li gelê wargehê pîroz kir û got, "Em di serî de cejnê li Rêberê xwe, şehîdên şoreşê, şervanên azadiyê û girtiyên azadiyê piroz dikin. Cejn roja xweşî, hevkarî, alîkarî, hezkirin û aştiyê ye. Cejn roja bi dawîanîna li mirin û kuştinê ye."

Kara bi dewamî got, "Gelê Kurd dilsozê xaka xwe ye. Lê mixabin em li ser xaka xwe cejnê bi kêf û xweşî pîroz nakin. Her tim bi xemgînî pîroz dikin. Sedema vê jî dijminên xwînmij, dagirkerên zordest in. Cihê vê zilmê di Îslamiyetê de nîne. Dewleta Tirk a dagirker Îslametiyê bi rengekî çewt bi kar tîne. Li ser gelên mazlûm dagirkeriya xwe ferz dike."

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Huseyîn Kara di dawiya axaftina xwe de got, "Em hêvîdar in ev cejn bibe cejna aştî û wekheviyê."

Şêniyên wargehê piştre dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û cejna hev pîroz kirin.