Cangi: Xweza wê bê talankirin, mirov wê ji cih û warê xwe bibin

"Rêvebernameya nû ya li ser Destûrname û Herêmên Madenê", dibe ku rê li ber felaketên ekolojîk veke.

Rêvebernameya li ser Destûrname û Herêmên Madenê" ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ve hate amadekirin, 23'ê Gulana 2018'an li Rojnameya Fermî hate weşandin û kete meriyetê.

Li gorî rêvebernameyê, li ser pêşniyara Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê û bi destûra Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê, destûrnameyên li ser xebitandina herêmên madenê yên li kêleka hev, wê karibin bibin yek û herêma madenê were îlankirin.

Wê Komîsyona Herêma Madenê bê avakirin û du kesên ji Walîtî û Şaredariya pêwendîdar û 2 kesên ji şîrketa xwedî destûrname di nav de cih bigirin. Ev komîsyon wê karibe bi her awayî kontrolê li ser madenkariyê bike.

Parêzer Arîf Alî Cangi li ser rêvebernameyê ji me re axivî û got, "Pêşî li felaketeke mezin a xwezayî vedikin."

BI HER AWAYÎ PÊŞÎ LI MADENKARIYA BÊ KONTROL VEDIKIN

Cangi destnîşan kir ku pêkanîneke bi vî rengî wê bi her awayî pêşî li karên madenê yên bê kontrol veke û got, "Bi rêvebernameyê re Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê wê li gorî dilê xwe karibe herêmekê weke herêma madenê îlan bike. Madenkariya li van herêman jî wê radestî şîrketên mezin bên kirin. Ne zehmet e ku mirov texmîn bikin bê ev şîrket kîjan in. Ji du kesên ji şîrketa madenê û du kes ji walîtî û şaredariyê wê komîsyonek bê avakirin. Komîsyon wê bi erka kontrolkirinê rabe. Gund û bajarên li herêmên madenê wê bên valakirin. Mal û milkên taybet wê bên desteserkirin. Herêmên madenê wê tavilê li nava planên îmarê bên bicihkirin. Planên nû jî wê li gorî herêmên madenê bên amadekirin."

MIROV WÊ JI CIH Û WARÊ XWE BIBIN

Parêzer Cangi destnîşan kir ku bi rêvebernameyê re wê mirovên li herêmên madenê û zindiyên li wan herêman ji cih û warê xwe bibin û got, "Herêmên welê tên afirandin ku ji kontrolê girtî ne, ji aliyê şîrketên mezin ên madenê ve tên kontrolkirin û xwedî ewlekariyeke taybet a çekdar e. Ji bo herêmên bi vî rengî cihên ku destpêkê tên bîra min; Yatagan, Kazdaglari, Deşta Bergama Kozak, Îzmîr Efemçûkûrû, Erzîngan Îlîç, Fatsa, Soma."

'EGER ÎTIRAZ LI RÊVEBERNAMEYÊ NEYÊ KIRIN, DIBE KU FELAKETÊN NÛ RÛ BIDIN'

Cangi bal kişand ser gefên madenkariyê yên li ser kar û ekolojiyê û bang kir, "Ji bo em ji cih û warê xwe nebin, ji bo hewa, av û erdê paqij, ji bo jiyaneke baş divê em bêdeng nemînin. Pêwîste rêvebername bikeve rojeva tevgerên ekolomjiyê, kes û saziyên pêwendîdar û bi rêya dadgeriyê îtiraz lê bê kirin. Dema vekirina dozê 22'ê Tîrmehê diqede."