CÎK: Alîkariyê bidin xizanên li Kurdistanê

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli got, "Wezîfeya me ya Îslamî, însanî û neteweyî ye ku em piştigiriyê bidin xizanên xwe."

Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir, meha Remezanê ji bo têgihiştin, empatî û terbiyekirina nefsa xwe, firsendeke û ji Kurdistaniyan xwest, xwe ji sîstema zilmê ya AKP'ê vegirin û piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên mezlûm û mexdûr.

Tûrhalli ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Qurana ku tê gotin di meha Remezanê de hatiye ser rûyê erdê, rê nîşanî mirovahiyê de; heq û neheqiyê, mezlûm û zaliman ji hev derdixîne.

Tûrhalli got, "Xwedê Teala gotiye; di vê mehê de me ji we re Quran şand, bila heq û neheqî ji hev bên derxistin" û wiha dewam kir: "Ev yek rêya rast nîşanî mirovan dide, dilê mirovan paqij dike. Maf û sînorê mirovan destnîşan dike. Beriya Îslamê, li gelek derdoran li ser navê Xwedê nebaşî dikirin. Îro jî hin kes û hêz hene, ku dibêjin ew ji Îslamê bawer dikin, li pey Quranê diçin û rojiyê digirin, lê nebaşiyan dikin.

Yên ku ji aliyekî ve xwe li rojiyê digirin û di derdikevin televîzyonan, xaniyên miletê me yê xizan, malên Kurdan bi serê wan ve dirûxînin. Vaye hê li Lalebey û Alîpaşayê xanî tên xerakirin. Mîna li Cizîr, Sûr û cihên din xera kirin.

Ez ji kesên ku xwe li refên serdestan girtine, hevkariyê bi wan re dikin, dibêjim: xwe ji wan vegirin. Binerin, yên li cem dewletê cih digirin, malên xwişk û birayên xwe yên Kurd xera dikin. Li cem kesên ku olê bi kar tînin cih negirin. Eger pariyekî te hebe, wê bi xwişk û birayên xwe yên xizan re parve bike. Ji ber ku Kurdistan xera kirin, gelê Kurd perîşan kirin. Aboriya giştî ya Kurdan xera kirin. Divê Kurdên din jî bi destê van xwişk û birayên xwe bigirin."

EM FITREYÊN XWE BIDIN MIROVÊN XWE

Hafiz Ahmet Tûrhalli bibîr xist, ku di meha Remezanê de jî li Kurdistanê operasyonên leşkerî, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin, bi taybetî li gund û gundikên operasyon lê tên meşandin zilm tê kirin û wiha dewam kir: "Di vê meha pîroz de zexta li gelê me dewam dike. Gund tên valakirin, xweza tê talankirin. Lazim e gelê me vê yekê bibîne. Divê hembêza xwe ji mirovên me yên malên wan hatine xeraikrin, gundên wan hatine şewitandin vekin û destê xwe yê alîkariyê dirêjî wan bikin. Di vê mehê de lazim e em destê xwe yê alîkariyê dirêjî mirovên xwe, gelê xwe bikin. Neçin alîkariyê nedin mizgeftên Tirk û Ereban. Gelê me bê xwedî ye, hewcedar e. Di serî de Sûr, Cizîr, Gever, gelek bajarên me hatin xerakirin. Rojava xera kirin. Mirovên me kirin hewcedarê pariyekî.

LI EWROPAYÊ MÎLYONEK KURD HENE

Ji ber vê yekê, mirovên me yên li Ewropayê bila alîkarî û fitreyên xwe bînin CÎK'ê, ya jî mirovên xizan ê nas dikin, ji me re ragihînin. Ji ber ku navekî din ê vê mehê rehm e. Em li mirovan bên rehmê. Ev meh meheke pîroz e. Em li gorî vê mehê tevbigerin. Tê gotin ku li Ewropayê mîlyonek, mîlyon û nîvek Kurd hene. Eger em serê şexsekî 10 Euro fitreyê bidin, ev ê bibe 100 mîlyon. Bi vî pereyî em dikarin bibin bersiv ji pêwîstiyên mirovên xwe yên xizan re . Ev wezîfeyeke gelekî girîng e. Şertê Misilmantiyê ye."

Di dewama axaftina xwe de Tûrhalli destnîşan kir, ku divê her kes di vê meha pîroz de li ber dewlet û AKP a ku zilmê li mirovan dike, xaniyên wan xera dike, mirovan dikuje û xwe li ser fitne û fesadiyê bi rêxistin dike, derkevin.