CÎK: Peywira Misilmanan e ku hedê desthilatdariyên zordar bi wan bidin zanîn

CÎK’ê cejna Remezanê pîroz kir û got, ‘’Gelê Kurdistanê û Misilmanên dinyayê ji bo parastina namûsa Îslamê berpirs in ku alîkariya madî û manewî bidin Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê.’’

Serokê Giştî yê Federasyona Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Ahmet Turhali peyama Cejna Remezanê da.

 ‘Ê KU DIBEJIN EM BIRAYÊ HEV ÊN MISILMAN IN KURDAN DIKUJIJN’

Di mesajê de hate gotin, ‘’Li welatê me Kurdistanê ên ku dibêjin em birayê hev ê Misilman in zilmê, zextê li ser gelê me dikin’  û hate gotin desthilatdariya Tirkiyê û hikûmeta berdest û serekê wan bi navê dîn hovên ku ji mirovahiyê para xwe negirtine bi ser gelê Kurd ê Rojava de şandine, zarokên wan kuştine û li talana mal û milkê wan dane.

Di peyamê de bi domdarî hate gotin kî ji talan, destdirêjî, qirkirinê re fetwayan bide ti têkiliya wan bi mirovbûnê re, bi Îslamê re nîn e û nikare hebe. Peyamê wiha dom kir: ‘Ên ku dibêjin ew li ser navê Îslamê tevdigerin çi tiştekî têkilî Kurdan hebe tine kirine. Civakekê bi temamî didin ber guleyan û didin ber şûran. Li Bakur,Rojava Kurd rastî qirkirin û hilweşandine mezin hiştine.’’

‘DESTDAYINA LI KURDAN FERZ E’

Herî dawî wiha hate gotin: ‘’Doza mafdar a gelê Kurdistanê hem mirovî û hem jî Îslamî ye. ’Gelê Kurdistanê û Misilmanên dinyayê ji bo parastina namûsa Îslamê berpirs in ku alîkariya madî û manewî bidin Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê. Ev fermana Xwedê ye û ferz e. Edilandina dadmendiyê peywira eslî ya her Misilmanî, ferza Îslamê ye.’’

Bi vê wesîleyê em Cejna Remezanê li gelê Kurd ê mezlûm û li cîhana Îslamê pîroz dikin.