CÎK'ê cejna Qurbanê û 1'ê Îlonê pîroz kir

CÎK'ê cejna Qurbanê û 1'ê Îlonê pîroz kir û got, "Divê hêzên ku bi navê Îslamê Kurdistan kirine gola xwînê û xwîna mirovan dirijînin, bên şermezarkirin."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), peyameke nivîskî weşand, Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Di demekê de, ku beriya Cejna Qurbanê Misilman ji bo bicihanîna ferza Hecê li Arafatê li hev civiya bûn, hêzên ku bi navê Îslamê Kurdistan kirine gola xwînê û yên xwîna mirovan dirijînin bên şermezarkirin."

Di peyama CÎK'ê de hat ragihandin, nexweşên desthilatdariyê, ku dibêjin ew ji ola Îslamê bawer dikin, di vê cejnê de jî mirin û hilweşandinê li ser gel ferz dikin û hat gotin, "Ciwanên me yên leheng jî, li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat, ji bo gelê me nebin qurbanê van zaliman, bi rengekî bê eman têdikoşin."

Di dewama peyama CÎK'ê de bal hat kişandin ser 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û hat bibîrxistin, ku Îslam ji aliyê têgînê ve tê wateya radestbûna li aştiyê û hat destnîşankirin, ku her Misilmanek divê bibe mucahîdê aştiyê û pêşîgirtina li şer ji xwe re weke wezîfeyeke bingehîn bibînin.