Bûyerên destavêtin û destdirêjiya li zarokan tên nixumandin

Nûnera Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" Gulsum Kav got, cezayên xesandin û darvekirinê ku weke çareseriya îstîsmarkirina zarokan tên nîşandan, tên wateya nixumandina pirsgirêkê.

Nûnera Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" Gulsum Kav li ser destavêtin û hovîtiya li zarokan tê kirin ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, desthilatdariya ku bi erk û berpirsyariya xwe ranebe ji vê yekê berpirsyar e.

PÊWENDIYA XWE BI GUHERTINA REJÎMÊ RE HEYE

Kav diyar kir, zêdebûna şîdeta li zarokan pêwendiya xwe bi guhertina rejîma li Tirkiyeyê û qelsbûna dewleta hiqûqê heye û işaret bi hilbijartinê kir. Kav got, "Çawa ku em nikarin sindoqên xwe biparêzin, em nikarin zarokên xwe jî biparêzin" û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê niha mafên bingehîn tên binpêkirin. Mafê jiyanê yê jinan, mafê dengdanê tên binpêkirin. Welatekî ku nikaribe zarokên xwe biparêze, ji xwe jê nayê ku mafekî din biparêze. Qebûlkirina vê neheqiyê rê li ber gelek neheqiyên din vedike."

PIRSGIRÊKA BINGEHÎN NIXUMANDINA MIJARÊ YE

Kav da xuyakirin ku pirsgirêka herî mezin a mijara destdirêjî û destavêtina li zarokan, nixumandina meseleyê ye û got, ji zîhniyeta heyî heye ku bi nixumandinê wê pirsgirêk ji holê rabe.

Gulsum Kav nêzîkatiya Wezîra berê ya Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglû bibîr xist ku dema xwedî li mamosteyê Weqfa Ensarê M.B. ê dest avêtibû zarokan derdiket gotibû, "Carekê kiriye, tişt nabe."

Kav her wiha bi bîr xist ku dema pêşnûmeyên lêkolînê yên li ser îstîsmarkirina zarokan li meclîsê hatin redkirin, pîrozbahî dihate kirin û got, "Me komîsyonên welê dîtin ku pêşniyar kirin ku zarok bi tecawizkaran re bên zewicandin. Me gotinên dîtin bê zarokên biçûk bi gotinên 'şehîd' û 'welat' çawa ji aliyê siyasî ve tên îstîsmarkirin. Dema ku desthilatdarî bi vî rengî nêzî mijarê bibe, civak jî di vê astê de xera dibe."

ÎDAM Û XESANDIN ÇARESERÎ NÎNE

Kav da xuyakirin ku dema bûyerên destavêtin û destdirêjiya li zarokan zêde bû, desthilatdarî ji bo ser mijarê binixumîne cezayên îdam û xesandinê xiste rojevê û destnîşan kir ku ev yek çareserî nîne. Kav diyar kir qanûnên heyî jî bi cih nayê anîn û got, salên dawî li gorî xalên 103. û 104. ên Qanûna Ceza ya Tirk 15 hezar kes ji ber destavêtina li zarokatn hatin darizandin, lê yek ji dehê wan nehatin cezakirin.

Gulsum Kav anî ziman, beriya cezakirinê, danezanên navneteweyî yên mîna Peymana Mafên Zarokan hene ku ji bo zarok zerarê nebînin divê bi cih werin anîn û got, "Li hemberî me pirsgirêkek tibî, nexweşiyek nîne. Ya heyî, pirsgirêkek giran a civakî ye û divê li her qada civakî tevdîr bên girtin."