Buhayê êm, buhayê sewalan jî zêde dike

Li bazarên ku sewal lê tên firotin, tevgereke zêde ya welatiyan heye. Lê hem mirovên tên kirînê, hem jî xwediyên sewalan gazinan dikin. 

Bi nêzbûna Cejna Qurbanê re li bazarên sewalan çûnûhatina welatiyan roj bi roj zêde dibe. Lê hem kesên kirîdar û hem jî kesên ku dermaleyan difroşin jî bi gazinc in. Welatiyê bi navê Edîp Kanar li Edeneyê bi karê sewalkariyê re eleqedar e, eşkere kir ku buhayê goşt weke zêr zêde dibe, goştê sewalên zindî par 13-14 TL bûye, îsal di navbera 17-19 TL'yî de tê firotin. Kanar da zanîn ku niha sewal zêde li holê tune ne û wiha got: "Wer dixwiyê ji cejnê re çend roj bimîne wê her kes sewalên xwe derxe piyaseyê. Piyase gelekî sekiniye û gelek kesên ku tên jî buhayên wan dipirsin û diçin. Sewalên qurbanê di navbera 750 û 2 hezar TL'yî de diguhere. Welatî difikirin ku di pêvajoya cejnê de dê buhayê qurbanan bikeve û li benda cejnê ne. Dibe ku buhayên qurbanan zêde jî bibe. Em ji qurbanên ku difroşin ti karê nakin. Em ji bo cih pere didin, pereyê neqliyatê heye. A din jî em li vir pere xerc dikin. Yanî em karekî bikin jî, ev pir kêm e."

'LI TIRKIYEYÊ SEWALKARÎ MIR'

Welatiyê bi navê Mehmet Çelîk li Bazara Sewalan a Mêrsê bi karê sewalkariyê re mijûl e û Çelîk polîtîkaya sewalkariyê ya hikumeta AKP'ê rexne kir û ev tişt got: "Buhayê êmê sewalan her zêde dibe. Buhayê ceh û kayê serê xwe hildaye û diçe. Kesên bi sewalkariyê re mijûl dibin, di tengasiyek mezin de ne. Ji ber buhayê êm em nikarin tiştekê bikirin. Ev 32 sal e ez karê sewalkariyê dikim, lê êdî li Tirkiyeyê sewalkarî miriye. Her dem sewalan derveyê welat tînin, ev bandoreke xirab li ser karê sewalkariya li welat dike." Çelîk diyar kir ku sedema buhabûna sewalan, buhabûna êm e û ew her sal hêviya xwe bi cejnê ve girêdidin, lê her sal jî hêvjiyên wan têk diçin.

'EM MESREFÊN XWE DERNAXIN'

Mehmet Bozan ê bi sewalkariyê re eleqedar e, destnîşan kir ku heta niha tenê welatî hatine buhayê qurbanan pirsî ne. Bozan eşkere kir ku ji ber buhayê qurbanan zêde ye, kirîn û firotandin jî zêde nabe û wiha pê de çû: "Ji ber buhabûnê welatî bê biryar in. Her kes pirsa 'çima ew qas buha ye?' li me dikin. Me mesrefek zêde kiriye. Heke wiha biçe em ê mesrefên xwe jî dernexin. Wiha be  qurbanên me di destê me de bimînin. Her roj zem tê ser her tiştî. Mirov bi zorê debara xwe dikin, ji ber wê nikarin dermaleyan jî bikirin."

Welatiyên ji bo kirîna dermaleyan bazar bi bazar digerin, gotin ku buha gelek zêde ye, ji ber wê gazinên xwe kirin.