Boranxaneyên li Amedê bê xwedî mane

Li gundê Tilalo yê navçeya Sûrê wextekê bi dehan borangeh hebûn û zelqa bi hezaran kevokan ku navê 'koxa' lê tê kirin, weke zibil dihate bikaranîn. Boranxane li ber tinebûnê ne.

Boranxane di nava çanda Amedê de xwedî cihekî girîng e. Boranxaneyên kewan ku berê gelek bûn, li ber tinebûnê ne. Li gundê Tilalo yê navçeya Sûrê ya Amedê wextekê bi dehan borangeh hebûn û bi hezaran kew lê dihatin xwedîkirin. Lê niha tenê 2 heb mane.

BORANGEH

Bi Kurdî bi taybetî jî li Amedê ji stargehên kewan re Boranxane, ji zelqa kewan re Koxa û ji kewê hebîs re jî Boran tê gotin. Gotina Boranxane jî ji vir tê. Boranxane ji beşekê ya jî sê beşan pêk tê. Li her beşekê jî taqên biçûk hene ku kew dikarin bi hêsanî bikevin boranxaneyê û jê derkevin.

Li gundê Tilalo niha tenê çend mal kewan xwedî dikin. Yek ji wan jî Hecî Mûhammed Gul (69) e. Gul diyar kir ku nayê bîra wî bê boranxane kengî hatine çêkirin û got, "Ji zarokatiya min ve borangeh hene. 60 heb hebûn. Lê niha tenê du heb man e."

'ZIBILÊ SÛNÎ HAT, TEHMA ZEBEŞ NEMA'

Mûhammed Gul dibêje, tehma zebeşê Amedê ji ber zibilê kewa ye ku li ber tê reşandin û wiha dewam dike: "Ji ber çêkirina bendavan û koçberiyê êdî zêde mirov li gund nemane. Di karê çandiniyê de jî mîna berê zibilê kewan nayê bikaranîn, lê zibilê sûnî li zeviyan tê reşandin. Tehma zebeşê Amedê êdî ne weke ya berê ye. Bi bikaranîna zibilê sûnî re tehm di zebeş de jî nema. Lê em li ser kevneşopiya xwe ne. Her ku mirov dibe xerîbê rastiya xwe, tiştên 'bedew' jî ji dest diçin. Ev yek jî gefê li çand û dîroka me dixwe."

'BORANXANE KÊM MANE, LI BER TINEBÛNÊ NE'

Mûhammed Gul diyar dike ku nifşên duyemîn û sêyemîn nizanin bê boranxane çi ye û dibêje, "Teknolojî bi pêş ket, mirov êdî nizanin bê boranxane çi ye. Eger rewş bi vî rengî bidome, wê li gundê Tilaloyê boranxane nemîne."