Bombekirina kampeke penaberan bi balafirên şer

Piştî ku gefa dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xwarin, bi balafirên şer bombe li kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê hatin barandin.

Dewleta Tirk a kujer doh bi şev bi balafirên şer êrîş bir ser Mexmûrê. Nasnameyên kesên şehîd bûn hatin eşkerekirin. Dayikek, keça wê, neviya wê û jineke din a mêvanê wan bû.

Nayê bîra min ku heta niha li dijî kampên penaberan bi balafirên şer li devereke din hatibe kirin. Sala 1982'an Îsraîlê komkujî li kampên Sabra û Şatîlla yên Fîlîstîniyan kiribû. Ji bilî vê yekê mînakeke din nîne ku bi balafirên şer li kampên penaberan hatiye xistin.

Dewleta Tirk ji par û vir ve du car in bi balafirên şer êrîşê dibe ser kampa penaberan a Mexmûrê. Di her êrîşê de jî gundî û mirovên ji hêza xweparastinê şehîd dibin.

Kampa Mexmûrê ji sala 1998'an û vir ve di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Gundiyên li kampê ji gundên Colemêrg, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê koç kirine. Ji gundên Hîlal, Mîjîn, Gundik Remo, Spîndarok, Gundikê Melê, Nîrevh û hin gundên Cizîrê koçî kampê kirine. Şêniyên Mexmûrê ji ber ku cerdevaniya dewleta Tirk qebûl nekirin, gundên wan hatin şewitandin û xerakirin. Hema bêjin ji her malê kesek ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kuştin. Ji ber vê yekê, êrîşa li dijî Mexmûrê tiştekî rasthatî nîne.

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ, DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKA Û HÊZÊN DIN ÊN NAVNETEWEYÎ ÇIMA BÊDENG IN?

Kampa Mexmûrê 20 sal in di kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a ji bo kuştina gelê kampê, heta niha ti hêzeke navneteweyî dengê xwe dernexistiye. Tevî ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, hîn dengek li dijî dewleta Tirk nehatiye bihîstin. Ev yek rê li ber hêrsa gundiyan vedike. Neteweyên Yekbûyî ji ber berpirsyariya xwe neçar e li dijî êrîşê helwestekê nîşan bide. Tevî Neteweyên Yekbûyî, hikumeta Iraqê, rêveberiya wê û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê divê helwestê li dijî vê êrîşê nîşan bidin. Ji xwe kamp bi ser rêveberiyên Iraq, Başûrê Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ve ye. Bêdengiya van hêzan dibe sedem ku gel bêje, ev hêz hevparên êrîşê ne.

GEL BI HÊRS E

Şêniyên kampê nerazîbûnê nîşanî kuştina her çar jinan didin û dibêjin, "Eger we destûr nedabin, hûn çima bêdeng in? Ji ber ku hûn nerazîbûnê nîşan nadin, em dikevin nava gumanan ku we destûra êrîşê dane. Em şêniyên çend gundan e ku ji zext, zilm û êşkenceya dewleta Tirk reviyane û me xwe li vir girtine. Dewleta Tirk gundên me, malên me şewitand, malên me desteser kir. We dengê xwe li vê nekir, gelo hûn ê niha jî li pêşberî kuştina em bêdeng bimînin?"

GOTINÊN HEYETA IRAQÊ MÎNA KU MIKURHATINA LI XWE YE

Nîv saet piştî êrîşê, heyetek ji Heşdî Şabî ya Iraqê ji Mexmûra Jêrîn serdana kampê kir. Heyetê piştî ku cihê bû hedefa êrîşê lêkolîn kir, vegeriya. Iraqê piştî ku dît mirovên hatine kuştin gundiyên sivîl in, got 'hovîtiyeke wiha nabe' û nerazîbûn nîşan da. Ji aliyê din ve, dema ku cihê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker û hov lêkolîn kir, got 'Normal diviyabû li van deveran nedabûna'. Bi vê gotinê jî li xwe mikur hatin ku haya wan ji êrîşa dewleta Tirk hebû.

WATEYA ÊRÎŞA LI ŞENGALÊ

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev tevî Mexmûrê di heman demê de êrîş bir ser Şengalê. Êrîş beriya pîrozbahiya cejnê ya civaka Êzidî pêk hat. Ev yek jî nîşan dide bê çiqasî ji baweriya Êzidiyan aciz e û tişta ku çeteyên DAÎŞ'ê nekarî bike, dixwaze bike.

Sala 2014'an DAÎŞ'ê piştî ku Mûsil bi dest xist, cihên destpêkê yên berê xwe da; Mexmûr û Şengal bûn. Ji bo parastina her du cihan ji DAÎŞ'ê, rola gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurd tê zanîn. Fermana Tayyîp Erdogan a ji bo komkujiya li her du deveran, nîşan dide ku ji berxwedana li dijî DAÎŞ'ê bi hêrs e.

BÊDENGIYA DYA'YÊ Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Şengalê bi temamî bi berpirsyariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û koalîsyona navneteweyî ye. Jixwe qada hewayî ya Iraqê ji 2003'yan û vir ve bi kontrola DYE'yê û koalîsyona navnetewî ye. Bêyî agahiya DYE'yê û koalîsyoan navnetewî li qada hewayî ya Iraqê nikare êrîşekê bike. Dewleta Tirk a dagirker ji 2007'an û vir ve bi agahiyên heronan ên DYE'yê Başûr bombe dike. Heta niha bi êrîşan jin û zarok jî di nav de gelek kes hatin kuştin. Van du salên dawî gelek êrîş li ser gund, derdorên bajar û bajarokan çêbûn. Beriya niha jî Rêberê Êzîdî Zekî Şengalî dema ku ji bîranîna komkujiya gundê Koço ku DAÎŞ'ê kiribû, vedigeriya bi êrîşeke suîaskê ya balafirên Tirk şehîd ket. Rayedarên DYE'yê bi daxuyaniyên piştî êrîşê diyar kirin ku Tirkiyê têkilî êrîşan ew agahdar kirine lê li ser saet û hedefên êrîşê ti agahî nedane wan. Ev daxuyanî û gotinên DYA'yê bi temamî berevajîkirin e. Ji ber ku bêyî ku agahiya saetê û cih bidin DYA'yê û koalîsyona navnetewî balafirên Tirk nikarin êrîşê bînin. Jixwe balafirên şer ên Tirk bêyî demê û hedefan diyar bikin, nikarin bikevin qada hewayî ya bi kontrala DYE'yê û koalîsyona navnetewî.

Encameke wiha derdikeve holê; ku mirov bibêje êrîşa komkuj a şevê dî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûr û Şengalê, ne vekirî be jî, bi DYE'yê re plansaziya wê hatiye kirin. Ji ber ku briyara DYA'yê ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd jî ji vê ne bêrî ye. Parçeyek ji vê biryarê ye. Bi van êrîşan yên ku girêdayî Rêberê Gelê Kurd, tevgerê û têkoşînê ne çavtirsandî dikin û dixwazin vê ji tevgerê dûr bixin.

TIRKIYE NAGIHIJE MIRAZA XWE

Ev plana DYE'yê û Tirkiyê pêk nayê. Ji ber ku hema piştî êrîşê gelê Mexmûrê çû meydana gund, bi dirûşmên xwe, bi hêrsa xwe nîşan da ku pêkhatina vê ne pêkan e. Berevajî dûrketinê nîşan da ku bêhtir nêzî Tevgera Azadiya Kurd dibin, pê re dibin yek û bêhtir lê xwedî derdikevin. Li gelek welatên Ewropayê gelê ku derketî derve û komkujî protesto kirî, dilsoziya xwe ya bi Tevgera Azadiya Kurd re nîşan da, careke dî nîşan da ku DYE û Tirkiye nagihjin miraza xwe.