'Bivê nevê wê şer li Tirkiyeyê belav bibe'

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir, her berxwedana li Tirkiyeyê mafdar û rewa ye û got, "Bivê nevê şer wê li gelemperiya Tirkiyeyê belav bibe."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, li ser rojevê ji ANF'ê re axivî.

Demîrtaş bibîr xist, li Sûr, Cizîr û gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, bi pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê, ku berxwedana herî rewa ya gel e, dewletê rûyê xwe yê herî faşîst nîşan da û got, "AKP'ê karakterê xwe yê faşîzan heta dawiyê nîşan da. Du sedemên bingehîn hene, ku êrîşên li van qadan didomin:

*Dixwazin şop, bîranîn û heybeta berxwedanê ji holê rakin.
*Dixwazin zerarê bidin rewşa xwe ya dîrokî û çandî-civakî.

Li dijî me, êrîşên faşîst ên vê rejîma qirker tên kirin. Tevî van êrîşên faşîzmê jî, gel serî netewand. Tirs ji nava xwe derxist."

Demîrtaş destnîşan kir, ku li dijî van êrîşan pêwîste bi berxwedan bi rengekî civakî be û wiha dewam kir: "Çiqasî ev bê kirin, wê ewqasî jî bandora xwe çêbibe. Mirov dikarin vê yekê bi du rêbazan bi rêxistin bikin.

*Saziyên demokratîk dikarin li dora bernameyekê li hev bicivin û di serî de Sûr û Cizîrê, hemû qadên ku faşîzm ji bo xerakirinê êrîş dike, bikin keleha berxwedanê.
*Çalakiyên xweparastinê û serhildana gel."

Dema ev her du werin kirin, wê makîneyên kar nikaribin bi hêsanî bikevin van qadan û li van deveran bixebitin. Ev yek dikare veguhere berxwedaneke ku faşîzma AKP-MHP'ê bileqîne, hilweşîne."

LEŞKERAN JI BO MIRINÊ DIŞÎNIN

Nûrettîn Demîrtaş diyar kir, faşîzm êdî bi rengekî eşkere li holê ye û bi dewamî got, "Artêş veguheriye piyonê AKP-MHP'ê û ew dehf daye qadê. Leşker nikarin ji Kurdistanê, bi taybetî ji ser sînor vegerin. Şensê saxmayina leşkerên tên vê derê, 1 ji sedî jî nîne. Xuya ye fermandarê leşkerî yê heyî ders ji dîrokê dernexistiye. Hejmara leşkerên ku ji bo desthilatdariya Erdogan û Bahçeliyê xwe li pişt sê heyvan veşartiye, pira 'Gelo hêja ye ku ji bo desthilatdariya wan bimirin?' zêde dibe. Lê balkêş e, nikarin dengê xwe zêde bilind bikin. Ew ber bi mirinê ve tên dehfdan."

PKK GELÊ XWE DIPARÊZE

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir, ku PKK gelê xwe diparêze û got, "Em bi rengekî herî rewa li ber xwe didin û bawerin ku di rêya herî rast a têkbirina faşîzmê de dimeşin. Pêwîste leşker neyên vê herêmê, tevlî vî şerî nebin. Lazim e di nava artêşa Tirk de bi vî rengî wezîfeyê nekin.

Tirkiye veguheriye welatekî aloz, dilnexweş, bê moral û her tim darbest tên rakirin. Sedema vê jî faşîzma AKP-MHP'ê ye. Berxwedana li dijî faşîzmê, rewa û pêwîst e. Eger bi vî rengî dewam bike, bivê nevê wê ev şer li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe. Berpirsyarê vê jî wê AKP be."

XEBATÊN KNK'Ê YÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ GELEKÎ HÊJA NE

Di dewama axaftina xwe de Demîrtaş bal kişand ser pêwendiya PDK'ê bi AKP'ê re û anî ziman, PDK di rewşeke gelekî tirsnak de ye.

Demîrtaş, êrîşên bloka faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê, bombekirina gundên Başûr bibîr xist û got, "PDK çavên xwe ji van hemûyan re digire. Gelo ev rêveberiyeke çawa ye, Kurdistaniyeke çawa ye, federasyoneke çawa ye? Ti ji van ne yên qebûlkirinê ne. Pêwîste di destpêkê de li ber dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê rabin. Li 16 cihan baregehên Tirkiyeyê hene. Di rewşeke bi vî rengî de hewldanên nixumandina hevkariya bi AKP'ê re bi kêr nayên. Li hemberî vê yekê, xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî daye destpêkirin, gelekî hêja û watedar e. Eger bi rastî jî di vê serdema dîrokê de Kurd bibin yek, wê cihê xwe di nava gelên bi rûmet ên cîhanê de bigirin û bi rengekî azad û serbixwe bijîn. Rêya azadî û serxwebûnê ev e. Hevkariya bi mêtîngeran re nîne."

DEM DEMA BERXWEDAN Û TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û anî ziman, ku eger ew berxwedana du salên dawî ya Ocalan a li Îmraliyê fêhm bikin, hingî ew ê zanibin bê divê çi were kirin.

Demîrtaş got, "Rêbertî helwest li dijî faşîzmê û rejîma qirker nîşan da, dest bi berxwedanê kir û ti carî tawîz ji vê neda. Di qonaxa heyî de sekna ku karibe faşîzmê têk bibe, sekna Rêbertî ye. Nabe ku tawîz ji vê were dayin. Ji be vê yekê divê rê ji hin hewldanên ku serê mirovan tevlîhev bikin, neyê dayin. Mînak, hin hêzên li nava CHP'ê bi serdana Selahattîn Demîrtaş a li girtîgehê re hewl dan nîqaşa 'gelo careke din aştî û çareserî dibe' bidin destpêkirin û mîna ku zemîneke vê heye, nîşan bidin. Em Hevserokê girtî nas dikin, bi wî dizanin. Bi sekn û helwesta xwe ti carî zerarê nade gel û têkoşînê. Ev pêvajo ne pêvajoya lêgerîna li lihevkirinê ye. Dem dema berxwedana ji bo têkbirina faşîzmê ye. Li gel vê yekê, yê ku heta dawiyê ji bo çareseriyê kete nava lêgerîn û hewldanan Rêber Apo ye. Cîhan tev bi vê dizane û ev rastî eşkere ye. Ji ber vê yekê, ji xwe hinek xwedî meyla vê hebe, navnîşan diyar e. Hemû nêzîkatiyên li derveyî vê, sexte ne."