Birîna 25'ê Hezîranê

Her çiqas zeman here wê dîrok bibêje; vî bajarî neynokên komên herî tarî û hov hilkişandin û cîhan ji tirs û xofa DAÎŞ'ê paqij kirin.

"Bûme hesinê paporiye, agir her laşê min ketiye, ne dihilime û ne dimaşime"

Ev hevok a dayikeke Kobanê ye, ku di komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de du zarok û hevjînê wê bi destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Ji xwe hevoka dayîkê rewşa hemû malbatên ku rastî komkujiyê hatine şîrove dike.

Raste çar sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê her sal di vê rojê de ev birîn careke din vedibe. Dibêjin xelkê Kobanê zû zû tiştan ji bîr nake, wê çawa bûyereke bi vî rengî ji bîr bikin. Lewma jî her sal di vê rojê de ev bajar xemgîn dibe û şîn tê vegirtin.

Piştî Kobanê rizgar bû, DAÎŞ û alîgirên xwe, li hember têkçûna xwe nikaribûn ragirtana, êdî xwestin tolê hilînin. Bi YPG û YPJ jî nikaribûn, hatin kerba xwe di serê zarok, pîr û kalan re derxin. Erê heta astekê kirin, lê ev ji wan re nema, her kes dawiya DAÎŞ'ê li Baxozê dîtin ku şikestî, nizim û kêm xwe radestî şervanên QSD'ê dikirin.

Ew çeteyan ên ku sax jî filitî niha girtîne. Ji xelkê Kobanê xelas nabin, ji ber malbatên Şehîdan û miletê Kobanê dixwazin ev çete li bajarê Kobanê werin dadgehkirin.

Kobanê dixwazin DAÎŞ pêş çavên wan werin dadgehkirin, ji ber her malekê zirar û talanî û kuştin destê wan dîtiye, lewma jî wek maf ji xwe re dibînin.

Her çiqas zeman here wê dîrok bibêje; vî bajarî neynokên komên herî tarî û hov hilkişandin û cîhan ji tirs û xofa DAÎŞ'ê paqij kirin.