Bîlançoya çalakiyên DGH’ê yên di meha Adar û Nîsanê de

DGH’ê encamên çalakiyên meha Adar û Nîsanê eşkere kir ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn lidarxistin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya çalakiyên di meha Adar û Nîsaê de eşkere kir.

DGH’ê got ku “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo piştgiriya hevalên me yên ku di greva birçîbûnê de ne, yekîneyên me li bajarên Tirkiyeyê di mehên Adar û Nîsanê de gelek çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de gelek kargeh, fabrîke û wesayît hatine şewitandin.

Yekîneyên me ev çalakî li dar xistine:

STENBOL

Di 20’ê Adarê de li taxa Şehremîn a Fatîhê kargeheke amûrên elektronîk a di pasajeke 4 katî de ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin.

Di 28’ê Adarê de saet di 05.45’an de li Beylîkduzuyê fabrîkeye 4 katî ya ya ku amûrên plastîk difiroşe ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin. Ev fabrîke bi giştî hatiye şewitandin û xisareke maddî lê pêk hatiye.

ÎZMÎR

Di 28’ê Adarê de saet di 04.30’an de fîrmayeke tekstîlê ya li Bûcayê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nazelîn Korkût hatiye şewitandin.

KOCAELÎ

Di 30’ê Adarê de di destê êvarî de fabrîkeyeke sungerê ya li Gebzeyê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kawa hatiye şewitandin.

BÛRSA

Di 5’ê Nîsanê de li taxa Mahmûdiyeyê wesayîta aîdî kesê bi navê A.K ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

MANÎSA

Di 13’ê Nîsanê de li navçeya Tûrgûtlûyê dikana firotina fêkî û depoya kesê bi navê A.G. ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh bûye xwelî.

ENQERE

Di 17’ê Nîsanê de saet di 04.45’an de depoya talaşan a li sîteya sanayiyê ya Kerestecîleran ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de 2 kargeh bûne xwelî.”