Bikaranîna narkotîê û xizanî li Wanê zêde bûye

Balkêş e, xizanî, bikaranîna madeyên narkotîkê û întixarên li Wanê salên dawî zêde bûne. Tê gotin, narkotîk weke polîtîkayeke dewletê li Kurdistanê tê belavkirin.

Li Wanê, hejmara mirovên bi madeyên narkotîkê ve hatine girêdan bû 20 hezar. Balkêş e, rêjeya xizanî, bikaranîna madeyên narkotîkê û întixar bi hev re zêde dibe. Tevî ku Midûriyeta Emniyetê ya li Wanê îdîa dike ku salekê 5.5 ton madeyên narkotîkê hatine zevtkirin jî, narkotîk li her devera bajêr bi hêsanî tê firotin. Bi taybetî li ber dibistanan li pêş çavên polîsan madeyên narkotîkê tên firotin. Her wiha li binê avahiyên ji erdhejê mane û bûne xirbe, madeyên narkotîkê tên bikaranîn.

Li gorî statîstîkên saziyên dewletê, li Wanê hejmara mirovên xizan li gorî salek beriya niha ji 110 hezarî bû 210 hezar. Li gel zêdebûna xizanan, hejmara mirovên bi madeyên narkotîkê ve hatine girêdan jî zêde bû. Tê gotin ku li bajêr bûye ku zarokên 16 salî jî madeyên narkotîkê bi kar tînin.

70 KESÎ ÎNTIXAR KIR

Li Wanê hejmara mirovên sala 2016'an întixar kirin, 48 bû. Ev hejmar sala 2017'an bû 70 kes. Balkêş e ku di nava kesên întixar kirine de, jin jî hene.

BOTAN Ê HDP'YÎ: HÊZÊN DEWLETÊ JÎ DI NAV DE NE

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku dema tenê bi perspektîfa ewlekariyê li pirsgirêkekê tê temaşekirin, hingî pirsgirêk giran dibe. Botan got, cihê tirs û fikaran e ku xizanî, întixar û hejmara mirovên madeyên narkotîkê bi kar tînin di heman demê de zêde dibin.

Botan da xuyakirin ku hin hêzên ewlekariyê tevlî vî karê narkotîkê bûne û got, "Ev yek li herêmê veguheriye polîtîkayê. Di ser ciwanan û malbatan re dixin nava herikîna xwezayî ya jiyanê. Di vî warî de fikar û gumanên me hene."

PARÊZER FIRTINA: TÊKOŞÎN NAYÊ KIRIN, TEŞWÎQ TÊ KIRIN!

Parêzer Kûtbettîn Firtina jî diyar kir ku di asteke rasteqîn de têkoşîn li dijî narkotîkê nayê dayin û anî ziman, bikaranîna madeyên narkotîkê bi taybetî li Ebexê zêde bûye û malbat gelek caran daxwaza alîkariya hiqûqî ji wan dikin. Firtina got, "Malbat timî serî li me didin. Ciwan gelekî bi madeyên narkotîkê ve hatine girêdan."

Firtina da xuyakirin ku ciwan bê kar in, bê hêvî ne û got, "Bikaranîna madeyên narkotîkê xwe ji vir xwedî dikin. Destpêkê mirovn dike bikarhêner, piştre jî dikin firoşkar. Tenê bi karekî profesyonel pêşî li vê nikare were girtin. Mixabin hin meqam bikaranîn û firotina narkotîkê teşwîq dikin. Têkoşîneke rasteqîn nayê dayin."