'Bihêlin bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike'

Endama Meclîsa 'Bila Mûnzûr Azad Biherike' Meral Uç diyar kir, ku tê xwestin 27 projeyên HES û bendavan bên çêkirin û got, dema ev projeyên HES û bendavan bi dawî bibin wê nîvê navçeya Pilur û 8 gund di bin avê de bimînin.

Li bajarên Kurdistanê heta niha ji bo avdanî û enerjiyê nêzî 50 bendav hatin avakirin. Di salên dawî de 30 bendavên din tên avakirin û bingehên wan tên danîn. Her wiha bi sedan Santralên Hidroelektrîkê (HES) tên avakirin. Bi taybetî li herêmên Dersim, Çewlig, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn û Amedê li qadên ku ji aliyê çavkaniyên jiyanê ve herî dewlenend û zindî ne bendav tên avakirin. Her çend nerazîbûnên welatiyan û hawirdorparêzan zêde be jî dîsa avakirina bendavan û HES'an dewam dike. Bendavên ku li Kurdistanê tên avakirin, hem xwezayê wêran dikin û hem jî gelek cûreyên nebat û sewalan bi xwe re têk dibe. Di salên 1990'î de gund dihatin şewitandin û valakirin. Niha jî li şûna şewatê li herêmê bendavan zêde dikin û gundan vala dikin. Ji ber bendavan dîsa koçberiyekê dest pê kiriye û gelek gund di nva avê de dimînin. 

Bi taybetî li Dersimê tê xwestin ku bi çêkirina 27 bendavên li ser geliyên Pilemorî, Mûnzûr û Ava Perî, Dersimê veguherînin giravê. Li geliyê Dersimê sala bihurî ji ber 6 bendavên hatine çêkirin, têr berf nebarî û hin çavkaniyên avê zuha bûn. Endama Meclîsa 'Bila Mûnzûr Azad Biherike' Meral Uç li ser HES û bendavên li herêmê tên çêkirin ji ANF’ê re axivî.

CIHÊ HES Û BENDAVÊN AKP'Ê DERSIM…

Uç da zanîn ku tê xwestin 27 projeyên HES û bendavan bên çêkirin û anî ziman ku gelek ji van projeyan jî hîna di sala 1980'an de li ser pêşniyara Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser çemê Mûnzûrê biryar hatibû girtin. Uç da xuyakirin ku li navenda Dersimê niha planan 5 bendavan heye û wiha axivî: "Li navenda bajêr Bendava Uzunçayir, li navçeya Pilur jî Mercan HES, Bendava Tatar û HES, Bendava Seyrantepe, Bendava Pembelîk û HES. Her wiha 3 HES û bendavên din jî li ser sînorê Dersimê û bajarên cîran tên çêkirin. Li ser rêya Dersim û Xarpêtê jî  Dînar HES tê çêkirin. Ya herî girîng jî niha dixwazin li ser Parka Milî ya Mûnzûrê Bendava Konaktepe ava bikin. Her wiha bi Konaktepe ve girêdayî dîsa projeyên 5 bendavên din jî hene. Lê belê rayedaran HES-1, HES-2 û HES-3 jî ji îmarê re vekirin û li ser vê yekê xebatên xwe fermî didin meşandin."

'BENDAV Û HES XWEZAYÊ WÊRAN DIKIN'

Uç bilêv kir ku li Tirkiyeyê di aliyê ekolojiyê de xwezaya mîna Dersimê kêm e û wiha pê de çû: "Li Dersimê nêzî 1600 nebat şîn dibin, ev xweza bi zindî û nebatên şîn dibe divê destkarî lê neyê kirin. Dema ku ev bendav û HES biqedin wê zindî û nebatên herêmê bi xwe re winda bike. Nebatên li herêmê şîn dibe 32 ji sedî li qada tibê tên bikar anîn. Bendav û HES ne tenê xwezayê wêran dikin. Dersim herêmeke bê navber berf lê dibare û bi temamkirina van projeyan re hemû qadên jiyanê tên wêrankirin. Mînaka herî berçav jî Bendava Kevane û herêm weke qadekî mirov nikare jê derkeve ye. HES û bendav hemû cureyên zindî û nebatan winda dike. Li Parka Milî ya Mûnzûrê jî gelek cureyên nabatên endamîk hene, ne tenê nebat û daristan hene. Hemû cureyên mudaxeleyên li ser xwezayê qetilkirina xwezayê ye."

'PILUR Û 8 GUND DIBIN AVÊ DE DIMÎNIN'

Uç diyar kir, bi qedandina van HES û bendavan re wê gelek gundên herêmê jî dibin avê de bimînin û ev tişt got: "Eger bendava Konaktepe bi dawî bibe xwezaya bi heybet, Dara Kuş û Ilgîn wê nemîne. Li cîhanê ti xwaza weke van daran nîne û li kêleka hev nayê ditîn. Mixabin bi qedandina projeye re ev xwezaya bedew wê dibin avê de bimîne. Li navçeya Pilurê nêzî 35 km û nîvê Pilurê, di nav de 7-8 gund wê dibin avê de bimîne. Wekî din bi temam bûna HES-1 û HES-2 re jî qadekî nêzî 127 km dibin avê de bimîne. Li herêmê qadên jiyanê, cihên turîstîk, daristan û gelek gund dibina avê de dimînin."

DI OLA ELEWIYAN CIHEKÎ TAYBET Ê MÛNZÛRÊ HEYE

Uç bal kişand li ser HES û bendavên li ser Çemê Mûnzûrê jî wiha got: "Ji ber HES û bendavên li ser Çemê Mûnzûrê her ku diçe herîkîna çem kêm dibe. Êdî bela xwe jî Mûnzûrê vekin, bihêlin ku Mûnzûr bi rengekî azad biherike. Çemekî diherike dixwazin li qadekê bidin rawestandin. Çemê Mûnzûrê di ola me Elewiyan de xwedî cihekî taybet û girînge. Ava Çemê Mûnzûrê gelek sar û masî tê de dijîn. Ev cureyên masiyan jî di ola me de xwedî cihekî taybet in. Her wiha demên hêkan ên van masiyan jî hene û bi van HES û bendavan temamî winda dibin."

PROJEYÊN HES Û BENDAVÊN LI DERSIMÊ BÊN ÇÊKRIN WIHA NE: 

*HES û Bendava Mercan 
*Bendava Akyayik û HES 
*Bendava Konaktepe û HES-1 
*Bendava Konaktepe û HES-2 
*Bendava Kaletepe û HES 
*Bendava Bozkaya û HES 
*Bendava Pilemorî û HES 
*Bendava Uzunçayir û HES 
*Bendava Tatar û HES 
*Bendava Seyrantepe û HES 
*Bendava Pembelîk û HES 
*Dînar HES 
*Regulatora Gokçekoy û HES 
*Regulatora Armagan û HES 
*Regulatora Abdalan û HES 
*Tagar HES 
*Derman HES 
*Regulatora Înkoyê û HES