Ziyana germbûna global a li DYA'yê: Bi sedan milyar dolar e

Raporeke dî ya li ser kişwerê, ku Donald Trûmp jê re 'xapandin' gotibû, nîşan dide ku germbûna global herî pir ziyanê dide DYA'yê.

Li gorî raporekê ku Kongreya DYA'yê xwestiye û bi tevlêbûna 300 zanistî hatiye hazirkirin, guherîna kişwerê wê ziyaneke mezin bide aboriyê.

Li gorî rapora îsal a bi navê National Climate Assessment heta 2050'î ji ber guherînên kişwerê ziyana wê ya li DYA'yê wê bibe bi 'sedan milyar dolarî''. Ev tê maneya ku heta 2050'î ev ê bibe bi trilyonan dolar ziyan.

Di raporê de tê gotin germbûna global wê bandorê em li aboriya DYA'yê bike û hem jî li bazirganiya wê û zêdebûna bihayê berên îthalat û îhracatê weke mînak hate nîşandan. Di raporê de, ya ku hezar rûpel e tê destnîşankirin ji ber bobelatên ji germbûna global şîrketên ku li derveyî DYA'yê veberhênanê dikin û berên xwe ji derve tînin jî wê ziyanê bibînin.