Bikenin, bizin derbirîna li ser rû nas dikin

Li gorî lêkolînekê bizin cihêtiya derbirîna li ser rû nas dikin û li şûna rûyê bihêrs rûyê biken tercih dikin.

Lêkolîna li ser bizinan di kovara Royal Socîety Scîence de weşiya. Yek ji nivîskara lêkolînê Chrîstîan Nawroth got, ‘’Cara pêşî em nîşan didin ku bizin ne tenê derbirînên cihê yên rûyan nas dikin lê her wiha bêhtir wan mirovên devliken tercîh dikin.’’

Tîma lêkolîner li bara dîtbariyên rûyên mirov dîtin ku bizin 20 tevgerên cuda nîşan didin. Bi çarçoweya lêkolîna ku li herêma Bajêr a Qraliyeta Yekbûyî her carê wêneyê reş û spî şanî wan dan. Di van wêneyan de rûyê biken û bihêrs ên van mirovan hatin nişandan. Hate dîtin ku bizin tercîh kirine ku bi rûyên biken re têkiliyê deynin.

Alan McEllîgott, yê ji zanîngeha Queen Mary ya Londonê got, ‘’Ev lêkolîn nîşan dide ku teşeyên me yên tevgerê bandorên cuda li ser heywanên çewlikan û celebên dî dike, ji ber ku kapasîteya heywanan a têgihiştina kelecaniya mirovan ji ya ku em lê difikirin pir zêdetir e.’’

Ne tenê bizin kelecaniya mirovan nas dikin. Kûçik jî derbirînên li ser rû nas dikin. Lêkolînên beriya bi demeke kurt, nîşan dabû ku hesp jî derbirînên li ser rûyê mirovan nas dikin.