Bi zêdebûna nifûsa dinyayê re pêwîstiya bi xurekê jî zêde dibe

Bi zêdebûna nifûsa dinyayê re daxwaza ji bo xurekê jî zêde dibe. Fikar hene ku bi zêdebûna hilberîna çandiniyê re zerareke giran li hawirdor û avhewayê bê kirin.

Tê texmînkirin ku nifûsa dinyayê dawiya sala 2018'an 7,6 milyar derbas kiriye. Her wiha tê payin ku di nava 10 salan de bibe 8.5 milyar, heta sala 2050'î jî bibe 9.8 milyar mirov.

Zêdebûna nifûsa mirovan ku bi rêk û pêk didome û bi giranî li hin herêmên dinyayê ye, tê zanîn ku wê rê li ber pirsgirêkên giran ên hawirdor û avhewayê veke. Pirsgirêkeke din a girîng ku wê ji ber zêdebûna nifûsê rû bide, ew e ku berhemên çandinî û xurekê wê têra mirovan bikin an na.

Li gorî daneyên Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Dinyayê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), nifûsa dinyayê wê di nava 10 salan de bigihêje 8.4 milyar mirovî. Ji bo vê jî wê pêwîstî bi zêdebûna çandiniyê rû bide.

Li gorî rapora Perspektîfên Çandiniyê ya salên 2019-2028'an a FAO'yê, pêşketina di şêweyê jiyanê de û bajarîbûna ku didome, dibin sedem ku daxwaza ji bo xurekê zêde bibe. Bi taybetî li welatên ku weke 'welatên bi pêş dikevin' tên binavkirin, pêwîstiya bi berhemên veguherandî zêde dibe.

Li gorî texmînên FAO'yê di nava 10 salan de wê bi rêjeya 15 ji sedî hilberîna çandiniyê zêde bibe.

Lê belê tê gotin ku ev yek dikare bibe sedem ku mirov bi rengekî bê kontrol qadên daristanî bike hedef. Ji xwe di serî de daristanên Amazonê yên li Başûrê Emerîkayê gelek qadên daristanî yên li dinyayê ji ber karên çandiniyê an jî daxwaza ji bo berhemên daran ji holê tên rakirin.

Di raporê de hate ragihandin ku di nava 10 salan de encameke mezin a neyînî dernekeve holê jî wê di navbera salên 2050 û 2100'î de zêdebûna nifûsa mirovan metirsiyeke mezin li sektora çandiniyê bike. Bi kêmbûna daristanan, her wiha ji ber zêdebûna karê çandiniyê wê di serî de karbondioksit (CO2) gazên bi bandora sera hîn bêhtir bên belavkirin û ev yek jî wê rê li ber rewşeke neyînî veke.