Bi sed hezaran mirov bi nexweşiya kotî ya 'ne xetere' dijîn

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, hê bi sed hezaran mirov bi nexweşiya kotî ya ku ji sala 2000'î û vir tê îdîakirin ku ji bo tenduristiya civakê 'ne xetere ye' dijîn.

Saziya Alîkariya bi Nexweşên Kotî û Werem a Elman (DAHW) bi daxuyaniyekê hişyarî da, ku kotî ew nexweşî ye ku li gelemperiya cîhanê di nava nexweşiyan de ya herî zêde ji nedîtî ve tê.

Bi wesîleya 'Roja Têkoşîna li dijî Kotî ya Cîhanê', ku her sal di Yekşema dawî ya meha Çileyê de ye, Berdevkê DAHW'ê Jochen Hovekenmeîer ji N-TV re axivî û anî ziman, li gelemperiya cîhanê di sala 2015'an de 211 hezar nexweşên kotî hene û ev yek jî li gorî hejmarên fermî yên welatan hatine tespîtkirin. Hovekenmeîer hişyarî da, ku giraniya vê nexweşiyê di roja îro de bi têrkerî nayê dîtin.

Li gorî saziyên alîkariyê yên navneteweyî, hejmara nexweşên kotî li ser rûyê erdê, 250 hezar e. Bi qasî nîvê nexweşên kotî li Hîndîstanê dijîn. Li Brezîlyayê 27 hezar, li Kongo jî tê texmînkirin ku zêdeyî 4 hezar nexweşên kotî hene.

Di salên 1980'î de dermanê vê nexweşiyê hat dîtin. Ji bo nexweş rehet bibe, divê ji 6 meh heta 12 mehan tedawî lê bê kirin. Bi saya tedawiya ku ji kombînasyona cureyên cuda yên antîbiyotîkê pêk tê, di nava 30 salên dawî de 16 mîlyon mirov ji vê nexweşiyê rizgar bûn.

Ev nexweşiya ku li welatên Ewropayê bi taybetî jî li Elmanyayê bi temamî ji holê rabûye, hê li welatên xizan bandorê li jiyana sed hezaran mirovî dike. Maliyeta tedawiya vê nexweşiyê jî herî zêde 50-60 dolar e. Tevî vê hejmara kêm jî xuya ye, ev tedawî negihaştiye hemû welatan.

Li gorî DAHW'ê, armancên ji aliyê WHO ve hatine diyarkirin, rasteqîn nîne. Armanca WHO ew bû ku heta heta sala 2020'an pêşî li vê nexweşiyê bê girtin, ku bi ti awayî nema bi mirovan bikeve.