Bi neqşên xwe nirxên çandî diparêze

Leyla Akyildiz li Dersîmê bi derfetên xwe dikanek vekiriye û xeml û rewşa herêmê li pelên dara berû û li kundirê avî dineqişîne. Akyildiz bi vê hunera xwe, paşeroj û siberojê digihîne hev.

Akyildiz her wiha patîk, tentene û gelek berhemên din ên jinên li taxê bi destan çêdikin, li dikana xwe difiroşe û hewl dide piştgiriya hev a jinan ji aliyê aborî ve bidomîne. Di heman demê de zarokên xwe bi rêya qezenca ji vî karî, dide xwendin.

'LI HER MALÊ PERDEYEKE JI XEMLA KULÎLKAN Û ŞAHMARAN HEBÛN...'

Leyla Akyildiz ku demeke dirêj li Enqereyê jiya, li Dersîmê bi cih bû û bi rêya dikana xwe hewl dide xeml û rewşa resen a herêmê bineqişîne, biparêze.

Akyildiz got, "Em neçar man ji vê axa pîroz dûr bikevin. Demeke dirêj em li metropolan man. Gelê vê herêmê li metropolan jî hewl da çanda xwe biparêze. Li her mala mirovên ji vê herêmê, ji sedî sed perdeyek ji xemla kulîlkan û wêneyekî şahmaran li dîwêr hebû. Ji ber ku şahmaran li dijî nankoriyê nîşaneya ji nû ve vejînê ye. Şahmaran mifteya kesên gelekî ji hev hez dikin e. Ev xeml û rewşa di roja îro de kêm maye bên jibîrkirin. Em hewl didin nehêlin ev çand were jibîrkirin. Eger ev çand biqede, em ê jî biqedin. Lewma em hewl didin nirxên xwe yên çandî bidin jiyîn. Bi taybetî em tabloyên Şahmaran, wêneyên Hz. Elî, Pîr Fîrîk û Seyîd Riza dineqişînin. Her wiha em xemla Şahmaran li se kevirên ji qiraxa çemê Mûnzûrê anîne, dineqişînin."