Bi mîlyaran mirov ji ava vexwarinê û kanalîzasyonê bêpar in

Di sedsala 21'ê de hê jî bi mîlyaran mirov ji ava paqij û kanalîzasyonê bêpar in.

Li gelempleriya cîhanê, hê jî bi mîlyaran mirov ji ava paqij û kanalîzasyonê bêpar in. Ji bo pêşî li vê yekê were girtin, her sal pêwîstî bi razemeniyek ji sedan mîlyar dolarî heye. Naxwe wê şer û koçberiya bê kontrol her tim rû bidin.

Hemû teknolojiyên li welatên pêşketî tên amadekirin, hema bêjin digihêjin hemû welatên xizanî lê serdest e. Lê belê têkildarî mijarên ku pêwendiya xwe bi tenduristiya bi mîlyaran mirovî heye, alîkariya têrker nayê dayin. Pêwîstiya sereke jî çavkaniyên ava paqij û tesîsatên ji bo xwekuştin, tiwaletê û kanalîzasyonê ye.

Armancên Pêşketinê yên Mîlenyûmê, ku di sala 2000'î de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin û dihat xwestin, ku di sala 2015'an de hemû bi cih were anîn, hatin revîzekirin û veguherîn armancên ku heta sala 2030'î bên bicihanîn. Di nava van armancan dayina ava paqij û temamkirina kanalîzasyonê ji bo hemû mirovahiyê, cih digirin.

YEK JI SÊ PARÊN CIVAKA LI AFRÎKAYÊ JI AVÊ, DU JI SÊ PARAN JÎ JI KANALÎZASYONÊ BÊPAR IN

Lê belê armancên ku Neteweyên Yekbûyî zûdeyî daniye ber xwe û encama derketiye holê, gelekî ji hev dûr in. Li gorî daneyên tora saziyên lêkolînê ya bi navê 'Afrobarometer', tenê li parzemîna Afrîkayê, ji sedî 64 ê xaniyan bi şebekeyên avê ve girêdayî ne. Rêjeya xaniyên bi kanalîzasyonê ve girêdayî jî ji sedî 31 e. Halbûkî parzemîna Afrîkayê, bi taybetî li ailyê Sahrayê, çavkaniyên avê gelek in û tenê ji sedî 5 ê van çavkaniyan tên bikaranîn.

Li gorî Mîke Muller ê ji Zanîngeha Wîts a li bajarê Johannesbûrg ê Afrîka Başûr, li gelemperiya parzemîna Afrîkayê, hewldanên ji bo girêdana şebekeya avê ji malan re, zêde dibin. Lê belê bi vê yekê re, pêwîstiya bi kanalîzasyonê jî weke pirsgirêkeke cidî derdikeve holê.

AVA PAQIJ DIKARE HER SAL JIYANA 3,5 MÎLYON MIROVÎ RIZGAR BIKE

Li gorî platforma pir neteweyî ya Konseya Avê ya Cîhanê (WWC), ku navenda xwe li bajarê Marsîlya yê Fransayê ye, li cîhana me, ku ava paqij bi destê 7,5 mîlyar mirovî dikeve, 924 mîlyon mirov ji ava vexwarinê bêpar in. Wekî din 2,5 mîlyar mirov jî, li nava malê pêwîstiya xwe bi ava paqij û girêdana bi kanalîzasyonê heye.

Li gorî WWC, eger heta sala 2030'î her sal bi 650 mîlyar dolarî razemenî were kirin, wê ava vexwarinê bigihêje hemû herêmên cîhanê.

Ji ber ku çavkaniyên ava paqij nînin an jî bi qasî ku bi destê mirovan nakeve dûr e, nexweşî û şewb rû didin. Ji ber van nexweşiyan jî her sal 3,5 mîlyon mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku çavkaniyên avê rast nikarin bên bikaranîn, ev rewş bandoreke neyînî li hilberîna aboriyê dike. Û maliyeta vê jî salane 500 mîlyar dolar e.

NEBÛNA AVÊ, WÊ BIRÇÎBÛN, ŞER Û KOÇBERIYÊ ZÊDE BIKE

Eger pirsgirêka avê ya li ser rûyê erdê neyê çareserkirin, tê gotin, ku mirina mirovan ku niha salane 3,5 mîlyon e, wê zêde bibe. Di heman demê de wê rê li ber şerê mezintir veke.

Pirsgirêka avêt li welatên xizan dibe sedema zêdebûna şer û hişyarî tê kirin ku ev jî wê bibe sedem, bi dehan mîlyon mirov bi rengekî bê kontrol koç bikin.