Bi klamên xwe piştgiriyê dide berxwedana Sûrê

Dengbêj Mûkaddes Yildirim li dijî hilweşandina avahiyên dîrokî yên li Sûrê bi klamên xwe nerazîbûna xwe tîne ziman û diyar dike ku ew bi klama 'Sûr'ê êşek nû vedibêje.


Yek ji wêjeyên devikî ya çanda Kurd dengbêjî ye. Çanda dengbêjî ya ku bingeha xwe ji koçertî, evîn û şer digre, ji herêma Serhedê dest pê dike û li tevahî Mezopotamyayê belav dibe. Bi gotinên watedar ku di nava xwe de xweza, hestên civakî, berxwedan, şer û dîrok zindî digre, heya roja îro hatiye. Çanda dengbêjî wêjeyên devkî ya dîrokê ye, bi zimanek çandî hebûna xwe ji dîrokê heya roja îro zindî girtiye û gelek çîrokên berxwedanê, mîtolojîk bi dengê xwe derbasî van serdeman kirine. Jinên ku çanda dengbêjiyê heya roja îro zindî digrin, vê carê jî di pêvajoya Rewşa Awarte de xirakirina bajarên kurdan dikin klam. Dengbêja bi navê Mûkaddes Yildirim li hember hilweşandina avahiyên dîrokî yên li Sûrê bi klamên xwe nerazîbûna xwe tîne ziman û dîrokê ji bo nifşê nû zindî digre.
 
'SÛRÊ TI CARÎ SERÊ XWE LI BER DAGIRKERÎ Û ZILMÊ NETEWAND'

Mûkaddesê da zanîn ku gelê Sûrê her dem li hember zilma dewletê li ber xwe da ye û wiha got: "Sûr ji dîrokê heya roja me ya îro bi çanda xwe, xwe parastiye. Lê niha bi destê dewletê Sûr a dîrokî tê hilweşandin. Berxwedana Sûrê pêşeroja gelan e. Li Sûrê gelan li ber xwe dan. Ez bejna xwe li ber berxwedana wan a pîroz ditewînim. Pirsgirêkên me Kurdan pir in. Dibêjin ku 'Baran ji ewrê reş tê, ken ji dilê xweş tê'. Hêstên me, bîranînên me jî bi vî awayî ne. Gelê Sûrê li dijî dagirkeriyê ti car serî netewandiye. Armanca hilweşandina Sûrê jibîrkirina berxwedana Sûrê ye. Ji ber ku herkes baş dizane ku ti hêz nikare rûhê Sûrê yê dîrokî bide jibîrkirin. Dewlet jî dixwaze bi hilweşandinan bîranîn û têkoşîna gelê Kurd a ku bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin tar û mar bike. Dema Tansû Çîller li ser desthilatdariyê bû digot 'An wê xelas bibe an wê xelas bibin' lê Kurd xilas nebûn, ew xilas bûn. Hîna berxwedan û têkoşîna gelê kurd li her deverên cîhanê berdewam dike, mezin dibe. Lê neyartiya dewletê bi salane berdewam dike."

'ARMANCA KLAMA MIN EW E KU NEHÊLE BERXWEDANA SÛRÊ BÊ JIBÎRKIRIN'

Mûkaddesê anî ziman ku wê klama xwe ji bo bîranîna ciwanên ku li Sûrê li hember zilmê li ber xwe dane amede kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berxwedana Sûrê bi ser ket. Ev berxwedan ne ji rêzê bû. Dixwazin gelê me xaka xwe biterikîne. Lê gelê Kurd bi salane li hemberî van polîtîkayên dewletê tedikoşe. Bi tang û topan dîroka gelê Kurd hildiweşînin, li Heskîfê dîroka gelan tê tinekirin. Armanca klama min ew e ku destûr nedim berxwedana li Sûrê bê jibîrkirin. Alternatîfên me her tim hene. Ew dîrokê hilweşînin jî em ê bi hûnera xwe berxwedanê vebêjin û zindî bigrin. Li ku derfet hebe ez klam dibêjim, dixwazim her kes ji dîrokê û bûyerên diqewimin hayedar bikim. Pêwîste bîranînên me neyên jibîrkirin em ji bo vê yekê jî hewl bidin. Gelê Sûrê bûye mertal û xaka xwe terk nake, divê em piştgirî bidin û xwedî li berxwedana gel derkevin."
 
'HEYA GELÊ KURD HEBE WÊ LI BER XWE BIDE'

Herî dawî Mûkaddesê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Sûrê derkeve û ev tişt got: "Pêwîste gelê Kurd xwedî Sûrê derkeve û destûr nede ku Sûr bê hilweşandin. Sûr û gelê Sûrê li ber xwe didin, divê em piştgirî bidin. Em her tim serfirazin. Berxwedana Sûrê qezenc kir. Li Sûrê zilm têk çû. Berxwedan jiyan e. Bila gelê Sûrê bizane ku ew ne bi tenê ye. Wê dawiya dagirkeran jî bê. Heya ku gelê kurd hebe wê li ber xwe bide."