Bi kelegermiya dilê xwe li ser Efrînê distirê

Mûfîde Hemdî ya 13 salî bi kelegermiya dilê xwe li ser Efrînê distirê û ji bo vegera li cih û warê xwe bang dike.

Mufîde Hemdî 13 salî ye. Ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ta Efrûbê ye. Li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Sala 2018'an meha Adarê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk tevî bi sed hezaran Efrîniyan koçber bû. Niha li wargeha berxwedanê ya li navçeya Fafînê ya Şehbayê ye û bi hêviya vegera li warê xwe Efrînê ye.

'DEWLETA TIRK HER DER BOMBE DIKIR'

Mûfîde bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û qala wan rojan kir: "Me li dibistana gund dixwend. Piştî ku werza yekem bi dawî bû, karname ji me re hate dayin. 20'ê Çileya 2018'an dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li gundan û navçeya Efrînê barandin. Yek ji wan gundan jî gundê me (Mîrkan) bû. Wê demê rojane zêdeyî 5 bombe diavêtin gundê me. Em jî neçar man koçî gundê Cûqê bikin. Li wir jî şer giran bû, em jî çûn Efrînê. Piştî demekê çete nêzî Efrînê bûn û em neçar man berê xwe bidin herêma Şehbayê."

ŞEHADETA MAMOSTE CÎNDA SOZDAR

Mûfîde qala mamosteya xwe kir ku di berxwedana serdemê de şehîd bû û got, "Mamosteyeke min bi navê Cînda Sozdar hebû, mamosteya zimanê Kurdî bû. Tevî dersên dibistanê wê ez fêrî hezkirina welat, hezkirina şehîdan û her tiştên pîroz kir. Çawa ku zarokek ji dayika xwe hez dike, min ji wê hez dikir.

Dilê wê jî gelekî bi ser Kurdistanê ve bû. Lewma tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû. Di Berxwedana Serdemê de li gundê Şêtana yê navçeya Mabatayê di şerê dijî dagirkeriya dewleta Tirk de mamoste CÎnda şehîd bû. Ji ber bomberdûmana giran me nekarî cenazeyê şehîd Cînda werbigir. Ji ber vê yekê gelê Efrînê merasîmeke bi heybet ji bo bîranîna mamoste Cînda li dar xist."

Mûfîde anî ziman ku mamosteya wê Cînda Sozdar di her karî de ji wan re dibû alîkar, pirsgirêkên wan çareser dikir û bi şehadeta wê re ew kete nava valahiyekê.

BI STRANA XWE BANG DIKE

Mûfîde Hemdî qala strana xwe jî kir ku li ser Efrînê çêkiriye û got, "Destpêkê dema em ji Efrînê derketin, zarok û hevalên min hemû di bîra min de bûn. Her wiha li ser rêya penaberiyê nan tine bû ku zarok û mirov bixwin. Gelekî zor û zehmetî hebûn. Ez li mamosteya xwe Cînda ku canê xwe feda kir difikirîm. Ji ber wê jî bi kelegermiya dilê xwe min stranek çêkir.

Mûfîde herî dawî got, strana wê bangek e ji bo vegera li Efrînê.