Bi kedeke mezin dihûnin, lê neçar in bi erzanî bifiroşin!

Jinên ku tejik û tûrikan çêdikin û dixemilînin, hewl didin bi vî karî debara mala xwe bikin. Lê dibêjin van salên dawî karê wan kêm bûye û mirov nema van berhemên wan dikirin.

Jinên ku li ber sûrên Kadîfekale yên Îzmîrê tevnên xwe danîne, tûrik û tejikan çêdikin. Jin ji bo debara mala xwe bikin vî karê zehmet dikin. Berhemên ku bi kedeke mezin çêdikin, neçar in ku bi erzanî bifiroşin.

Jin dibêjin ku van du salên dawî karê wan hîn nebaş bûye û rojane herî zêde 20-30 TL'î qezenç dikin. Fîkriye Tabar ku ji ber sedemên aboriyê beriya bi 35 salan ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kir, 20 sal in tûrikan çêdike û bi vî rengî debara malbata xwe dike.

BERHEMÊN ME NEHATIN FIROTIN

Tabar diyar kir ku ew ji bo debara xwe vî karî dike û got, "Bi salan e tûrikan difiroşim. 10 zarokên xwe bi vî rengî xwedî dikim. Karê me berê baştir bû, me gelek difirot. Lê niha, bi taybetî 2 salên dawî carna bêyî tiştekî bifiroşin em vedigerin malê."

Tabar bi bîr xist ku berê gelek tûrîst dihatin serdana Kadîfekaleyê û gelek tişt ji wan dikirîn û got, "Em nizanin bê ji ber krîza aboriyê ye, ya jî tiştekî din e. Lê karê me nameşe. Mesela min îro nekarî tiştekî bifiroşim. Demeke dirêj e rewşa me bi vî rengî ye. Ta û benê di destê me dirize, tûrikên me dirizin, gemarî dibin. Pereyê ku em qezenç dikin li gorî karê ku em dikin gelekî kêm e."

75 SALÎ YE, TEJIKAN DIHÛNE

Arabî K. a 75 salî ya ji Mêrdînê jî got, "Şuşde ya jî tejikekê ancax di nava 20 rojî ya jî mehekê de dikarim bihûnim. Pereyê ku ji vî karê giran qezenç dikim, ancax zikê min têr dike."

Arabî K. diyar kir ku ew bi tenê ye û neçar e bixebite û got, "Zarokên min ne li cem min in. Eger ez tejikan nehûnim, gelo kî wê pere bide min? Li gorî keda xwe em pere qezenç nakin, lê ji bilî vî karî çareya min nîne. Karê me berê baş bû, lê niha kes nayê li Kadîfekaleyê nagere. Nizanim bê çima rewş bi vî rengî bû."