Bi hezaran kes li Qendîlê ji bo Newrozê li hev civiyan

Bi hezaran Kurdistaniyên ji çar aliyên Kurdistanê li Qendîlê li hev civiyan.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê, bi hezaran kes nîvê şevê bi rê ketin û li Binarê Qendîlê li hev civiyan.

Hîn jî Kurdistanî tên qadê û tê payin ku pîrozbahî berî nîvro dest pê bike. Agirê Newrozê jî nîvê şevê li herêmê hate dadan. Mirovên ji herêmên cuda hatin, bi şev li malên şêniyên Qendîlê man. Serê sibehê jî berê xwe dan qada Newrozê.

Jinan bi kincên xwe yên gelêrî qada Newrozê xemilandin. Balkêş e ku gelek kesî kincên gerîla li xwe kirine.