Bi enerjiyên ku dikarin werin nûkirin wê îstîhdam jî zêde bibe

Li gorî raporên OECD’yê bi enerjiyên ku dikarin werin nûkirin li tevahiya dinyayê îstîhdam û rabûna aborî dikare pêk were.

Li gorî raporên Rêxstina Rabûnê û Hevkariya Aborî (OECD) ku bi wesîleya civînên bi navê Diyaloga Klîma ya Petersbûrgê yên ku li Berlîn a Elmanya hatin kirin, bi derbasbûna ber bi enerjiyên ku dikarin werin nûkirin li tevahiya dinyayê îstîhdam û rabûna aborî dikare pêk were.

Bi enerjiyên ku dikarin werin nûkirin ku ji 10 milyon kesî re bûye deriyê aboriyê, tê payin ku di sala 2030 de ev bibe 24 milyon.

Di raporê de ku ji hêla Wezîra Hawîrdorê Barbara Hendrîks û hevpîşeya wê ya Çînî Xîe Zhenhaur û Sekreterê Giştî yê OECD’yê Josê Angel Gurrîa ve hatî weşandin, tê diyarkirin bi taybetî li G20 ku mezintirîn aboriyên dinyayê ne ev rewş wê bi zelalî xuya bike.

Li gorî raporê, ku bi navê "Razemîniya li Klîmayê-Razemîniya li Rabûnê’ ber bi salên 2050’î ve bi enerjiya ku dikare were nûkirin li welatên G20 salê 5 ji 100’î rabûna aborî dikare pêk were.

SALÊ 6.9 TRÎLYON RAZEMÎNÎ HEWCE YE

Di raporê de tê destnîşankirin ku niha pêdiviya enerjiyê ya dinyayê, 23,7 ji 100’î bi enerjiya ku dikarin were nûkirin tê dabînkirin û fikra ku dibêje  têkoşîna dijî germbûna global ku rê li ber guherîn avhewayê vedike wê ziyanê bide aboriyê şaş e. Lê ji bo ku eneriyên ku xwe nû dikin ji bo ku tiştekî li aboriyê zêde bike bi kêmanî divê her sal razemîniya 6,3 trîloyon dolarî ji bo jêravanî û joravaniyê were kirin.

Her wiha ji bo ku ev razemînî bigihije armanca avhewayê ya ku 2015’an li Parîsê di Konferansa Avhewayê ya COP21’yê de hatine qebûlkirin, bi ser de salê 600 milyar dolar bûdçe were weqatandin. Lê hemû razemînî bi tesarrûfa 1,7 trîlyon dolarî ya ku bi kêmbûna gazên ku ziyanê didine avhewayê û bi kêmbûna enerjiyên fosîlan pêk tê, were dabînkirin.

TEKANE TIŞTA KU ZÊDEKIRINA WÊ YA LI ABORIYÊ ASTENG BIKE DERENGXISTINA RAZEMÎNIYAN E

Di raporê de tê gotin bi razemîniyan wê pêkan be mirov dev ji enerjiyên ji petrol, gaz û komirê biqere ku germahiya avhewayê a global girantir dikin.

Têkildarî raporê Sekreterê Giştî yê OECD’yê Josê Angel Gurrîa axivî û got, hewldana parastina avhewayê, entegrekirina wê ya li polîtîkayên pêrabûnê, rabûna aborî sînordar nake, berevajî bandoreke pozîtîf li rabûnê dike. Li gorî Gurrîa tekana tişta ku rabûna aborî sînordar bike ew e razemîniya li enerjiya nû were kirin, were derengxistin.