Bilbilê Rojhilata Navîn: Aram Tîgran

Aram Tîgran ku ruh da Ey Dilberê û Bilbilo, heta nefesa xwe ya dawî stranên xwe got. Bi qasî 500 stran afirand. Bi Ermenî, Kurdî, Suryanî, Yewnanî, Erebî û Tirkî stran got. Ew seremoniya zimanan bû.

"Eger ez ji nû ve bihatima dinyayê û hêza min têrê bikira, min ê hemû çek, tank û topên li cîhanê bihelanda. Min ê ji wan tenbûr, cimbiş, zirne çêbikira û li gel belav bikira. Çima gel hev bikuje? Çima!? Li şûna wê bila bi hunerê bijîn, dilşa bibin."

Aram Tîgran

Bestekarê Ermenî yê muzîka Kurdî. Bi deng û berhemên xwe, cihekî mezin di dilê civaka Kurd de girt. Li xerîbiyê ji dayik bû, li xerîbiyê jiya, li xerîbiyê çû ser dilovaniya xwe. Roja 6'ê Tebaxê mejiyê wê mir. 8'ê Tebaxa 2009'an jî çavên xwe li jiyanê girt. Di salvegera 8. a wefata wî de hevjîna 50 salan a wî Sîrvat Melîkiyan qala Aram Tîgran kir.

Sîrvart Melîkiyan bi gotina, "Aram Tîgran hunermendekî naskirî û jê hez kirî yê Kurdan bû, hevserê min ê 50 salan bû. Mirovên mîna wî kêm caran tê dinyayê, dilekî wî yê gelekî bedew hebû" wî bibîr tîne.

Melîkiyan anî ziman, ku Kurdîtî, muzîk û çanda Kurdî ji bo hevserê wî di ser her tiştî re bû û got, "Wî azadiya gelê Kurd weke azadiya xwe dît. Heta mirinê jî bi Kurdan re bû. Timî dixwest tevkariyê li çanda Kurdan bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd gelekî jê hez kir."

BI MUZÎKA XWE GEL GIHAND HEV

Di dema qirkirina Ermeniyan de ji bilî dê û bavê wî, ti ji xizmên wî nefilitîn. Malbateke Kurd bavê wî rizgar kir û parast. Li ser vê yekê, bavê wî jî wesiyet lê kir û jê re got, 'Bi Kurdî bistirê'. Aram Tîgran jî bi vê wesiyetê re dilsoz ma û heta dawiya emrê xwe dostaniya gelên Kurd û Ermenî gelekî girîng dît. Hevsera wî Melîkiyan wiha dewam kir: "Aram dixwest bi rêya muzîka xwe nîşan bide ku gel dijminê hev nînin. Digot, 'Ez ê bi muzîka xwe nîşan bidim ku Kurd û Ermenî gelên birayên hev in. Ez ê bi muzîka xwe li dijî dijminatiya gelan têbikoşim'. Digot, 'Ez dikarim bi cimbişa xwe tiştekî bikim'. Bi dîtina min, ev yek kir û bi ser jî xist. Di navbera Kurd û Ermeniyan de mesafeyek hebû, xwe ji hev vedigirtin. Aram Tîgran hewl da bi muzîka xwe vê rewşa xwe ji hev vegirtinê ji holê rake. Tenê da dû dengê dilê xwe û li ser şopa mirovahiyê meşiya."

MÎNA PEL EM WEŞIYAN Û LI BER BÊ KET

Dê û bavê Aram Tîgran dema ji qirkirina 1915'an reviyan, berê xwe dan Qamişloyê. Aram 15'ê Çileya 1934'an li Qamişloyê ji dayik bû. Bavê wî ji Ermeniyên ji Sason a Êlihê ye, diya wî jî Ermeniya ji Farqîn a Amedê ye. Sîrvart Melîkiyan li Qamişloyê ji dayik bûye. Ew jî Ermeniya ji Xozad a Dersimê ye. Malbatên wan hev nas kiribûn, li ser daxwaza wan zewicî bûn. Melîkiyan ji bo Aram Tîgran dibêje, "Ji roja em zewicîn heta mirina wî, qet dilê min nehişt. Bila cihê wî bihuşt be. Rojekê gotineke ku ez pê bêşim negot." Melîkiyan wiha dewam kir: "Em bi hev re li sirgûnê jiyan. Ya ku em bi hev ve girê dan ew bû ku me barê sirgûniyê bi hev re hilgirtin. Em mîna pelê ji darê weşiyayî û li ber bê ketî, bûn. Her rojê em diçûn cihekî."

JIYANA MUZÎKÊ YA 56 SALAN

Aram Tîgran hê di zarokatiyê de dest bi muzîkê dike. Melîkiyan Tîgran wiha qalê dike: "Dê û bavê Aram digotin 'Aram hê 4 salî bû radihişt sîtilê û lê dida'. Xalê Aram jî jê re ûdek kirî. Hê 6 salî dest bi bikaranîna ûdê kir. Dersên xwe yên destpêkê ji bavê xwe girt. Aram dema bû 18 salî, li Qamişloyê hunermendekî naskirî bû. Dema bû 20 salî êdî ji aliyê her kesî ve dihate naskirin."

Aram Tîgran yekemîn konsera xwe ya profesyonel di 19 saliya xwe de (sala 1953) di şeva Newrozê de da. Piştî bikaranîna ûdê, dest bi cimbişê kir û bi rengê gelêrî stranên Kurdî got.

Aram Tîgran di sala 1966'an de tevî malbata xwe koçî Ermenîstanê kir. Li vê derê, li beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê xebitî. Perwerdeya muzîkê ya profesyonel di vê demê de girt. Heta sala 1984'an li radyoyê xebitî. Sala 1995'an ji welatê xwe derket û çû Ewropayê. Piştî demeke kurt li Atînayê bi cih bû.

XEWNA SED SALÎ; AMED

Aram Tîgran yekemcar di sala 2006'an de ji bo festîvalê diçe Amedê, ku ji bo Amedê digot 'xewna min a sed salî'. Aram cihê dê û bavê wî lê ji dayik bûn ziyaret kir. Piştre ev stran nivîsand.

'Di xewnên şevan de min bawer nedikir
Bi çavan bibînim bajarê Diyarbekir
Rojbaş Diyarbekir me pir bêriya te kiriye
Te derî li me vekir
Te me şa kir

Aram Tîgran albûma xwe ya 14. di 74 saliya xwe de temam kir. Bi sedan stranên Ermenî, Kurdî, Erebî û Tirkî amade kir. Berhemên wê hê jî ji aliyê bi dehan stranbêjên Kurd ve tên xwendin. Berhemên weke 'Bilbilo, Dîlberê, Te Ez Kalkirim bi Ciwanî, Dîlber, Şev Çû, Dîyarbekir, Zimanê Kurdî, Ax Lê Eman' hê jî weke stranên herî girîng di nava muzîka Kurdî de cih digirin.

Bavê sê zarokan Aram Tîgran roja 6'ê Tebaxê li Atînayê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê mejiyê wî mir. 8'ê Tebaxê jî çû ser dilovaniya xwe. Wesiyet kir ku li Amedê bê veşartin, lê belê dewleta Tirk nehişt. Li ser vê yekê li paytexta Belçîka Brukselê hate veşartin.

Melîkiyan Tîgran dibêje, "Ez zanim, wê heval wî bi vî rengî nehêlin û rojekê wê wî bibin Amedê."

EGER SEROK LI DERVE BÛYA...

Di dawiya axaftina xwe de Sîrvart Melîkiyan dibêje, "Min soz da Aram ku ez ê heta dawiya emrê xwe li ser şopa wî bim" û wiha dewam dike, "Ez niha, şev û roj ji bo azadiya Serok Apo dua dikim. Eger Serok Apo li derve bûya, wê rewşa me gelekî cudatir bûya. Yê ku em li hev civand aliyê însanî û manewî yê Serok Apo ye."