Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdan xurt e

Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê cara 10. tê lidarxistin. Di navbera 13-22 Nîsanê de li 3 sînemayên cihê yên Londrayê wê fîlmên Kurdan were nîşandan. Xelata ‘Belgefîlma Herî Baş’ ew ê îsal li ser navê Mehmet Aksoy were dayîn ê ku li Reqayê şehîd bûbû.

Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê ya 10’emîn ew ê îsal di navbera 13-22 Nîsana 2018’an de were lidarxistin. Di festîvalê de ya ku yek ji çalakiyeke hevdîtinê ya navneteweyî ye ew ê belgefîlma li ser Yilmaz Guney û fîlmê ‘Jina Êzidî li hemberî DAÎŞ’ê ye’ jî tê de 44 fîlm werin nîşandan.

Ew ê fîlmên festîvalê li eywanên sînemayê yên bi navê Vûe Cînema, Rîo Cînema û Soas Ûnîversîtyê werin nîşandan.

JI BO BIBÎRANÎNA AKSOY

Xelata belgefîlmê ya ku ew ê di çarçoveya festîvalê de were lidarxistin ew ê ji bo bibîranîna Mehmet Aksoy were dayîn ê ku li Reqayê ji ber êrîşa DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû. Di heman demê de ew ê belgefîlma Aksoy jî were nîşandan a ku ji aliyê hevalên wî hate temamkirn.

Fîlmê ‘G bûn’ ê ku Aksoy di sala 2010’an de dest pê kiribû û neqedandibû jî, ew ê di festîvalê de were nîşandan. Ew ê ‘çîrokên berxwedanê’ yên ku belgefîlmên Kurdî li ser wê disekine, bername xurttir bibe.

DI 9 ROJAN DE 44 FÎLM

Îsal ew ê 10 fîlmen metrajdirêj, 12 belgefîlm û 22 kurtefîlm di 9 rojan de werin nîşandan. Yek ji dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk diyar kir ku ji Kurdistan û Ewrûpayê gelek derhêner û çêker ji bo festîvalê hatine vexwendin. Stêrk destnîşan kir ku ji sala 2001’ê û vir ve ew hewl didin sînemaya Kurdan bidin naskirin û got, “Li Londrayê gelek çalakiyên hunerî tên kirin. Ji 100’î zêdetir festîvalên fîlmên tên lidarxistin û neteweyên dîtir jî sînemaya xwe bi vî awayî temsîl dikin. Ez dikarim bibêjim ku eleqeyeke zêde ji bo festîvala me heye.”

ÇÎROKÊN KURDAN HENE

Stêrk diyar dike ku wan festîvala fîlman a Londrayê bi saya gelek kesên dildar amade kirine û got, “Di warê fîlman de hevalên me yên sînemager hene. Çavê çapemeniya sînemayê û medyaya wê ya li Londrayê li me ye. Piranî Kurd tên fîlman temaşe dikin. Lê armanca me ev e ku em karibin festîvala xwe bigihînin kesên ne Kurd jî.

Wekî her sal temaya fîlmên îsal jî ji aliyê fîlman ve tên diyarkirin. Dema ku em li berhemên du salên dawîn dinihêrin, çîrokên têkoşîna azadiya Kurdan derdikeve pêşberî me. Şerê Kurdan ê li dijî DAÎŞ’ê wekî temayeke sereke ye. Tê zanîn ku DAÎŞ rêxistineke zalim û hov e, lê têkoşîna gelên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, nayê zanîn. Temaya sereke ya festîvalê azweriya evîn û têkoşîna Kurdan û yên li ser nakokiyên civakî û polîtîk in.”

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA