Bernameya aktîvîteyên HDP'ê yên li Hollanda hat aşkerakirin

Komîsyona Hilbijartinê ya HDP Amsterdam, bernameya aktîvîteyan aşkera kir. Di aktîvîteyên ku 27’ê Îlonê wê destpê bikin, 18’ê Cotmehê wê bi dawî bibin. Komîteya Amadekar ji bo tevlîbûneke xurt bang kir.

Komîsyona HDP’ê ya bi bernameyeke xurt bi gel re tê cem hev, wê aktîvîteya yekemîn 27’ê Îlonê bide destpêkirin.

Di agahiya têkildarî aktîvîteyan de wiha hat gotin: "Aktîvîteya yekemîn, 27’ê Îlonê li Amsterdam; a duyemîn 3’yê Cotmehê li Lelystad; a sêyemîn 4’ê Cotmehê li Zaandam; a çaremîn 11’ê Cotmehê li Beverwijk. Herî dawî ya pêncemîn 18’ê Cotmehê wê li Utrecht pêk bê.”

WÊ ŞAHÎ JÎ HEBE, MEWLÛD JÎ

Hate ragihandin ku wê bernameyên Amsterdam, Zaandam û Leylstatê giraniyên şahiyan zêde bin, bi piştgiriya hunermendên herêmî jî wê pêk bên. Hate diyarkirin ku wê aktîvîteya Beverwijkê xwedî bernameyeke din be û ev agahî hate dayîn: “Ev aktîvîte tevlîbûna Kurdên Aksaray û Anatolyaya Navîn dike hedef. Di vê aktîvîteyê de ji bo Şêx Saîd û şehîdên Kurdistanê wê mewlûd bê dayîn. Bi Tevgera Civaka Îslamî (CÎK) re hevpar tê çêkirin. Wekî welat Hollanda dike hedef. Wek axaftvan Parlamenterê HDP’ê Altan Tan tevlî dibe. Her wiha serokê CÎK’ê Hafiz Tûrhalli jî wê wekî axaftvan amade be.”

Aktîvîteya Ûterechtê jî bi Komeleya Elewiyên Ûterech û Komîsyona Xwecihî ya HDP’ê re tê organîzekirin û bendewariyek heye ku parlamenterên Elewî jî tevlî vê aktîvîteyê bibin.

Komîteya Amadekar ji bo tevlîbûneke xurt bang kir.

BERNAMEYA AKTÎVÎTEYAN

Roj, saet û navnîşanên aktîvîteyan:

"27’ê Îlonê li Amsterdam,

Jan van galenstraat 24

1051 KM Amsterdam

2-3 Cotmeh Leylstad,

Het Buurthuis

De KRAKELÎNG –Schor

8224 Cem Leylstat

3-4 Cotmeh Zaandam,

Buurtcentrum Poelenhurcht De Weerpad

1/A-1504 NX-Zaandam

4-11 Cotmeh Beverwijk,

Parallelweg 97

1948NL Beverwijk

5-18 Cotmeh Utrecht,

Zimhc theater/

Stefanus postbus 13335-3507/

Braziliedref 2/ 3563 CK Utrecht."