Berhem û bermahiyên dîrokî yên li Semsûrê li ber hilweşînê ne

Pira Cendere û Tilmê Karakûşê yê li navçeya Kalik a Semsûrê ji ber xemsariya serdêr û şaredariyê diherifin. Dînamîtên ku ji bo çêkirina HES'ê hatin teqandin jî zerar dan berhemên dîrokî.

Li Semsûrê Çiyayê Agirî, bajarê Antîk ê Perre, Keleha Kalikê ya Kevn, Tilmê Karakûşê û gelek berhemên dîrokî yên Şaristaniya Kommagene hene.

Ev bajarê bêhempa ku mîna 'muzeyeke vekirî' ye, ji aliyê dîrok, xweza û nirxên çandî ve xwedî mîrateyeke girîng e. Lê belê ev mîrateya dîrokî baş nayê parastin. Ji ber xemsariyê li ber tunebûnê ye.

DÎROKA KU BI DÎNAMÎTAN JI HOLÊ HATE RAKIRIN

Tilmê Karakûş ê li navçeya Kalikê (Sedsala 1. a Berî Zayinê) goreke bîrdariyê ya malbata Qraliyeta Kommagene ye. Li ser stûna li aliyê başûr teyr hatiye neqişandin. Li ser stûna li aliyê rojhliat fîgurê şêr û ga û li ser stûna rojava jî fîgura Qral Mîthrîdates ê duyemîn bi xwişka xwe Laodîke re destên hev girtine heye.

Tevî ku li aliyê Rojhilat, Rojava û Başûr her yekê çar stun hatiye çêkirin jî niha tenê 4 stûn mane. Ji van du heb li aliyê rojhilat û yek jî li rojava maye. Sala 2014'an li ser çemê Kalikê HES tê çêkirin û ji ber teqîna dînamîtan zirarek mezin dîtiye.

ÇEM ZIWA DIBE

Li ser çemê Kalikê tevî hemû nerazîbûnan HES tê çêkirin û vê jî çem aniye asta ziwabûnê. Piştî projeya çêkirina HES'ê hat destpêkirin li qadê Heyeta Dadgeha Îdarî, rayedarên midûriyeta wezareta bajarvanî û derdorê, endezyarên zanîngeha Çukurovayê, zanîngeha Mersînê û ya Semsûrê, endezyarên zîratê, endezyarên derdor û jeolojiyê li herêmê lêkolîn kirin û rapora 'nikare hes bê avakirin' amade kirin û pêşkêşî dadgeha îdarî ya herêmî a Semsûrê kirin. Doza wê hîna didome.

JI SALÊN 1800'Î HETA NIHA LI SER PIYAN E

Yek ji warên dîrokî yên bi heybeta xwe balê dikşîne Pira Cendereyê ye. Ji salên 1800'î heta niha li ser piya ye. Pir li ser çemê Cendere cih digire û ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Pira dîrokê di asta yekem de li qada sîtê ye û ji ber cihê seyranê ye bûye wek sergo. Yên li vir seyranê dikin, derdorê qirêj dikin. Ji ber bêhestiyariya welatî û şaredariyê qad teslîmî çopê bûye.