Berdevkê YPG'ê Mehmûd: Em ê Efrînê teqez rizgar bikin

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê ji bo wan pîvan û armanca sereke ye û got, "Em ê Efrînê teqez rizgar bikin."

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd salvegera 6'an a Şoreşa Rojava, rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê, rola YPG û YPJ'ê ya di nava şoreşê de û rewşa Efrînê ji ANF'ê re nirxand.

'YPG JI BO PARASTINA NIRXÊN CIVAKÊ AVA BÛ'

Mehmûd bi bîr xist ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re gelê Rojava bi taybetî Kurd li ser xeta 3. tevgeriyan û YPG jî di demeke wiha de weke hêzeke şoreşger ji bo parastina nirxên civakê û pêşîvekirina li sîstemeke alternatîf derkete holê.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku sala 2011'an heta wextekê wan tax û kolan diparastin û got, "Her ku şoreş bi pêş ve çû, rejîm demokratîk nebû û hêzên rejîmê nema karî gel biparêze, pêwîstî bi rêxistinbûneke nû ya parastinê zêde bû. YPG li ser bingeha vê pêwîstiyê ji bo parastina destketî û nirxên şoreşa civakî, ji bo rakirina astengiyên li pêşiya sîstema alternatîf û bicihanîna sîstema demokratîk û azad ji aliyê ciwanên gel ve hate birêxistinkirin."

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku li herêmên ji aliyê YPG'ê ve hatin parastin projeyên çareseriyê derketin holê û wiha dewam kir: "Lê belê dema mirov bala xwe didin herêmên ku YPG lê nebû, dibînin ku teror, çetekarî û xizmeta ji bo hin dewletan hebû. Li şûna parastin û avakirina Sûriyeyê, li wan herêma Sûriye hate firotin, komkujî li gel hate kirin, mirov hatin koçberkirin û niha jî kes xwe ji wê rewşê berpirsyar nabînin. Yanî li herêmên ku YPG bi erka parastinê rabû, modeleke civakî û demokratîk hate destnîşankirin."

'BI AVABÛNA YPJ'Ê RE JIN BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABÛN'

Mehmûd bi bîr xist ku 4'ê Nîsana 2013'an Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) xwe di nava YPG'ê de bi rêxistin kir û got, "Li Sûriyeyê û herêma me mafên jinan dihatin talankirin. Li nava siyasetê, parastinê, aboriyê û hemû qadên jiyanê îradeya jinê bê hikum bû. Ji bo jin azad bibe ji bo pêşî lê vebe, hate gotin ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê 'azadiya jinê azadiya civakê ye'. Bi vê bîr û baweriyê hêzên YPJ hatin ragihandin."

Mehmûd destnîşan kir ku bi avabûna YPJ'ê re jin bi rengê xwe bi awayekî xweser artêşa xwe ava kirin û got, "Piştî ku YPJ ava bû, li qadên cuda jî rêxistinbûnên jinan ava bû. Ji ber ku YPJ modelek bû, jinan hîn bêhtir rengê xwe dan Şoreşa Bakurê Sûriyeyê. Bi vî rengî jin bi rengê xwe bi rola pêşengiyê di nava Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê de rabûn."

'TENÊ MODELA YPG-YPJ'Ê CIVAKA LI SÛRIYEYÊ PARAST'

Mehmûd 6 salên bihurî yên şerê li Sûriyeyê bi bîr xist û got, "Yekane hêza ku di nava şeş salên bihurî de li gorî pîvan û armancên civakê tevgeriya YPG ye. Astengiyên li pêşiya civakê rakir ku karibe li ser demokrasiyê nîqaş bike, sîstem û projeyan biafirîne. YPG-YPJ ji bilî van pîvanan bi ti awayî tevnegeriya. 6 salên bihurî nîşanî me da ku YPG-YPJ alternatîfa artêşan e. Eşkere û zelal li holê ye ku modela dikare civakê û saziyên wê biparêze modela YPG-YPJ'ê ye."

Di dewama axaftina xwe de Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd got, piştî ku piraniya bajarên Bakurê Sûriyeyê hatin rizgarkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke hêzeke sîwanî ava bû û ev yek jî ji bo tevahiya Sûriyeyê modelek e.

ŞERÊ LI EFRÎNÊ ŞERÊ TALAN, DAGIRKERÎ Û JENOSÎDÊ BÛ

Mehmûd bi bîr xist ku dema wan li herêmên xwe yên rizgarkirî bi projeyeke demokratîk Meclîsa Sûriyeya Demokratîk derdixistin pêş, dewleta Tirk bi artêş û hemûs aziyên xwe êrîş bir ser Efrînê û got, "Divê ev yek were gotin: Dewleta Tirk ji bo êrîşî Efrînê bike tenezûlî gelek tiştan kir. Jİ bo vê axa xwe jî firot. herêmên Xota, Deraa û Îdlibê ku hêzên qaşo 'mûxalîf' lê ne ji bo dagirkirina Efrînê feda kir. Di vê mijarê de bi Rûsyayê re li hev kir. Ji bo demokrasiya li Bakurê Sûriyeyê ji holê rake, ya jî derbê lê bixe, ev yek kir. Ji bo nehêle ku Bakurê Sûriyeyê weke modelekê derkeve pêş bi hemû hêza xwe êrîş bir ser Efrînê.

Şerê li Efrînê hate kirin şerekî adîl û exlaqî nebû. Şerekî talan û dagirkeriyê bû. Şerê jenosîdê bû. Dixwestin demografiyê biguherînin. Bi vîr engî êrîş birin ser Efrînê. Tevî vê yekê teror jî kirin. Bi vê ferasetê li dijî gelê Efrînê, li dijî wî bajarê biçûk li ber bêdengiya dewletên cîhanê êrîş kirin. Bêdengiya li cîhanê ji ber berjewendiyên bi Tirkiyeyê re bûn. Hêzên navneteweyî bi binpêkirina exlaq, hiqûq, pîvan û prensîbên xwe, dagirkeriya Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatin."

'EM Ê EFRÎNÊ TEQEZ RIZGAR BIKIN'

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd da xuyakirin ku dewleta Tirk jib o Efrînê dagir bike bi salan amadekarî kiribû û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk artêşa xwe li Ezaz, Îdlibê bi cih kiribû. Ji bo êrîşî Bakurê Sûriyeyê û Efrînê bike amadekarî kiribû. Şerê li Efrînê ne tenê li dijî artêşa Tirk bû. Artêşa Tirk bi bêdengiya cîhanê dest bi şer kir. Me dît ku armanca xwe ya bingehîn teror e, komkujî ye û guhertina demografiyê ye. Jin, zarok, sivîl, Kurd, Ereb, Xİristiyan, Misilman ne xema dewleta Tirk e û ya girîng ji bo wan ketina nava Efrînê ye. Me dît ku wê gelek komkujiyan bikin û pêwîstî pê dît ku gel ji Efrînê derxînin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê ji bo teror û komkujiyeek mezintir li gel neyê kirin biryar da ku civakê ji Efrînê derxîne."

Mehmûd destnîşan kir ku hêzên wan ên YPG û YPJ'ê hîn li Efrînê çalakiyan dikin û got, "Em nikarin bêjin ku îro bi temamî ji aliyê terorîstên DAÎŞ'ê, artêşa Tirk û çeteyên Nûsra ve hatiye dagirkirin. Efrîn niha eniyeke şer e. Ji bo rizgarkirina Efrînê wê her tim amadekariyên me, yanî YPG, YPJ û gelê Efrînê hebin. Dagirker wê ti carî nikaribin li Efrînê bi hêsanî tevbigerin, wê bêhn neyê ber wan. Em ê Efrînê teqez rizgar bikin û gelê me wê vegere. Şerê me yê ji bo Efrînê dewam dike. Em dikarin bêjin ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi ruhê berxwedanê yê Avesta, Karker û Polatan didome."

Mehmûd da xuyakirin ku azadiya Efrînê pîvana û armanca wan a herî girîng e û bi vê bîr û baweriyê ew bi pêş ve diçin.