Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Berdana gaza li zeviyên birinc li gorî tê zanîn hê zêdetire

Li gorî lêkolîneke hatiye kirin, gazên sera yên li zeviyên birinc ên li tevahî cîhanê tê belavkirin di asta gaza sera yên li sendan santralên komirê belav dibin de heman e.

Li gorî lêkolîna saziya bi navê Environmental Defense Fund (EDF) a di kovara PNAS de hatî parvekirin, bandora gaza sera ya li çandina zeviyên birinc ên li tevahî cîhanê, gelek kêm tê destgiritin.

Li gorî lêkolînê, li zeviya ku birinc tê çandin de, rêjeya gaza metan û azot protoksît (N20) a tê berdan, li gorî ya heta îro dihate zanîn herî kêm du qat zêde ye. Di lêkolînê de hate diyarkirin ku li zeviyên birinc di her cara bêhndanê de gaza metan tê berdan, dama ku bêhndan navber dide jî gaza azot protokîst berdidin.

Lêkolînê bibîr xist ku di pîvana berdana gaza sera ya bi bandor de, birinc her tim şil dihêle hatiye çavdêrkirin, bal kişand dema ku tim tê avadan jî rêjeya azot prootoksît zêde dibe. Gaza azot protoksît a li zeviyên birinc ên li hevahî cîhanê tên berdan jî herî kêm beramberî gaza 200 satralên komirê ya gaza tê berdan e.

Li zeviyan berdan gaza metan jî dihêle tim zevî bi avî be. Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyên navneteweyî, ji bo kêmkirina gaza metan divê zeviyên birinc bi navber bên avdan. Li hinek zeviyên birinc piştî avdaniyê û şûnde bi demekî kind jî be di rewşeke zuha bibe de azot protoksît tê berdan.

Gazên Metan û azot ptotoksît cihê xwe di nava gazên ku rê li ber germahiya gerdûnî ve dikin de ye. Ya herî bi jehrî jî dirêjeya Karabondîoksîte(CO2) . Ev herdu gaz li atmosferê hê zêdetir rê li ber germahiyê vedike.