Bêdengiya li tecrîdê dûrketina ji mirovahiyê ye

Welatiyên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan dan û gotin, bêdengiya li tecrîdê tê wateya dûrketina ji mirovahiyê.

Li Başûrê Kurdistanê, her beşên civakê nerazîbûnê nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin.

Seyda Nadir Alî destnîşan kir ku bi rêya vê tecrîdê tê xwestin, îrade, bawerî û daxwaza azadiyê ya gelê Kurd ê zêdeyî 40 milyonî bê şikandin û got, "Ev 2 sal in tecrîdeke giran heye. Nahêlin ku kes wî bibîne. Em nizanin bê dijî yan na. Ocalan ne tenê rêberê gelekî ye, ew di heman demê de fîlozofekî mezin ê serdema me ye. Mirovekî ku di vê serdemê de gelekî bi pirsgirêkên mirovahiyê re mijûl e û projeyên çareseriyê diafirîne. Li Rojhilata Navîn, xwedî projeyên çareseriyê yên rasteqîn e. Yekane mirov e ku ji bo jiyaneke bi hev re, aştiyane û biratiyê ya gelên herêmê proje afirandiye û pêşkêş kiriye. Yên ku tecrîdê ferz dikin, ew kes in ku naxwazin ev çareserî pêk were û aştî di nava mirovan de bi cih bibe."

DIVÊ HER KES LI BER TECRÎDÊ RABE

Mama Şiwan jî got, azadiya Ocalan azadiya çar parçeyên Kurdistanê û hemû gelên bindest e û wiha dewam kir: "Ev 19 sal in bi tena serê xwe li zindanekê tecrîdkirî ye. Ev rewş li pêş çavên cîhanê diqewime. Her kesên azadî, wekhevî û biratiyê dixwazin, divê li dijî tecrîdê derkevin. Hemû derdorên siyasî, partî û rêxistinên li Kurdistanê divê li dijî vê rewşê helwestê nîşan bidin. Ew ne tenê ji bo Kurdan, her wiha lîder û parêzvanê hemû gelên bindest e. Bêdengiya li pêşberî vê rewşê, dûrketina ji mirovahiyê ye."

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HEVPAR IN

Mamoste Aso Mihemmed da xuyakirin ku tecrîd pêkanîneke li derveyî qanûnan e ku li pîvanên gerdûnî nayê û got, "Em bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li pêşberî vê tecrîdê bêdeng nemînin û nebin hevparê vî sûcî. Weke gel û welat, rêberekî me heye, ew jî di destê dewleta Tirk de tecrîdkirî ye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ew rêberê me ye."