Bazarên organîk wê zêde bibin

Cotkarên ku ji gelek bajaran tên bazara organîk a li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, berhemên xwe difiroşin. Ev bazara ku tenê Şemiyê vekiriye, gelekî bala gel dikişîne.

Cotkarên li gelek bajarên herêma Çûkûrovayê, êdî dest bi çandiniya organîk kirine. Fêkî, zebze û hemû berhemên din ên bi ked û hesasiyeteke mezin çandine, bi buhayekî gelekî kêm difiroşin.

Welatî dikarin fêkî û zebzeyên bi rêyên xwezayî hatine çandin, kesk û dimsê bi erzanî li vê bazarê bikirin.

Cotkar berhemên xwe heman rojê ji nava zeviyan tînin bazarê. Berhemên organîk bi rengekî teze yekser digihêjin gel. Ji bilî bîhok, sêv, gwîz, kestane, spanak, garis, tirî û dimsê, gundî li daristanan kuvarkên darê (melkî) didin hev û li bazarê difiroşin.

Cotkar Alî Çelîk (58) ê ji navçeya Îmamoglûyê got, "Demeke dirêj e em cotkariya berhemên organîk dikin. Qezenca me zêde nebe jî ji bo ev bazar xurt bibe em vî karî dikin. Cotkar barê dikeve ser milê xwe hildigirin, êdî maye ji tercîha gel re."

Ji muşteriyên bazarê Sînem Tûna diyar kir ku bi salan e ew bi zorê ji marketan, bi rêya înternetê berhemên organîk dikire, lê êdî bi saya vê bazarê dikare bi dilê xwe bikire.

Cotkar Taha Yildiz ê ji navçeya Erdemlî ya Mersînê hatiye, diyar kir ku 11 sal in ev vî karî dike û bal kişand ser zor û zehmetiyên wê.

Yildiz got, "Mixabin welatî bi giranî berhemên organîk nakirin. Ya divê doktor pêşniyar bikin, ya jî lêkolîn bikin û fêhm bikin ku berhemên ne organîk feydeya xwe nîne. Eger çandiniya organîk zêde bibe, wê welatî jî bi girîngiya wê bihesin."