Bayik: Pêşî li faşîzma Tirk dikare bê girtin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik: Faşîzma Tirk ku bi referandûm û sîstema serokatiyê hate afirandin, bi hilbijartinên xwecihî re dixwaze aliyê xwe yê sêyemîn jî temam bike. Kurd û hêzên demokrasiyê dikarin pêşî li vê bigirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya 'Ulkeden Ozel' a Medya Haber TV de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz. Bayik işaret bi grevên birçîbûnê kir ku bi çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê dest pê kir û hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.

DEMA ÇALAKIYA GUVEN

Bayik diyar kir, greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 34'an de ye, ji aliyê demê ve gelekî girîng e û got, "Ew bûye wijdanê gelê Kurd, bûye wijdanê mirovahiyê."

Bayik anî ziman, Guven êrîşên bê wijdan ên li dijî Ocalan û di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd tên kirin gelekî metirsîdar dîtiye, lewma dest bi çalakiyê kiriye û got, "Ji bo polîtîkayên qirkirinê yên di şexsê Rêber Apo de dest pê kirine bi Kurdan, gelan û raya giştî ya navneteweyî bide fêhmkirin, dest bi vê çalakiyê kiriye. Lewma girîng e. Çima Leyla Guven dest pê kir, ya jî kesekî din, mêrekî dest pê nekir? Ev yek jî nîşan dide ku jin li pêşberî rewş û bûyeran hestiyar û berpirsyar e. Bi taybetî radixe pêş çavan ku di şexsê jinên Kurd de jinan çi bi dest xistine. Jin hîn bêhtir xwedî lê derdikevin, ji ber ku jin herî zêde bi Rêber Apo re xwe gihand nasanme, reng û rastiya xwe. Ji mêr bêhtir fêhm kirine bê Rêber Apo ji bo wan tê çi wateyê." Bayik destnîşan kir ku ji ber vê yekê çalakiya Leyla Guven gelekî watedar e û her belav dibe.

BI BIRYARDARÎ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DISEKININ

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, gelê Kurd metirsiya heyî dîtiye û gav bi gav li dora çalakiya Leyla guven li ehv dicivin. Bayik got, "Hem li parçeyên Kurdistanê, hem jî li derveyî welat Kurd û dostên Kurdan tevlî çalakiyê dibin. Destekê didin û çalakî mezin dibe. Bêguman ev yek rastiya dewleta Tirk nîşan dide. Ev yek her wiha hêrsa li dijî desthilatdariya Erdogan û Bahçelî jî radixe pêş çavan. Ji ber ev çalakî dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê faşîzm heye, êrîş li hemû nirxên demokratîk, li gelan û çandan tê kirin û ev yek ji bo qirkirina Kurdan tê kirin. Ji her alî ve hewl didin pêşî li van çalakiyan bigirin. Berê kolan qedexe dikirin, niha nava avahiyan jî qedexe dikin. HDP'yiyan li nava avahiyan destgîr dikin. Dibêjin, 'hûn ê nikaribin tiştekî bikin, hûn ê nikaribin xwedî li xwe derkevin, em dixwazin we ji holê rakin, hûn ê vê qebûl bikin. Eger hûn qebûl nekin û li ber xwe bidin, em ê mafê jiyanê nedin we'."

Bayik diyar kir, faşîzm ev bi xwe ye û got, "Faşîzm firsendê nade ti mûxalefetê, nade daxwaza azadî û demokrasiyê, nade nirxan û van hemûyan li dijî xwe dibîne. Lewma dixwaze her tiştên li hemberî xwe bieciqîne, ji holê rake. Ev cewhera karaktera faşîzmê ye. Lewma Guven bi biryardarî li dijî vê radibe. Lewma ez Leyla Guven û her kesên di nava vê têkoşînê de cih digirin silav dikim û pîroz dikim. Divê piştgirî ji van çalakiyan re bê dayin."

HÎMÊ DAWÎ YÊ FAŞÎZMÊ

Cemîl Bayik anî ziman, Erdogan û Bahçelî dixwaze dîktatoriya faşîst a xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê bi temamî bide rûniştindin, lewma bi polîtîkayeke êrîşkariyê tevdigere û got, "Hemû hêzên mûxalîf bê bandor kirin. Qaşo referandûm kirin û piştre di bin navê sîstema serokatiyê de sîstemeke ku li cîhanê weke wê nîne, derxistin holê. Niha jî bi hilbijartinên xwecihî re dixwazin vê yekê bi temamî pêk bînin. Bi referandûm û gavên bi sîstema serokatiyê re avêtin, bêguman faşîzm anîn Tirkiyeyê. Lê belê hîn ji her alî ve bi sazî nebûye, rûneniştiye. Bi hilbijartinên xwecihî re dixwazin vê bikin. Ev yek hîmê dawî ye. Eger di hilbijartinên xwecihî de karibin encama bi dilê xwe bi dest bixînin, ku vê yekê bi vekirî dibêjin, wê faşîzma Tirk a xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê li Tirkiyeyê bidin rûniştandin."

HEMÛ GAVÊN WAN DIKARE LI WAN BÊN VEGERANDIN

Bayik anî ziman, ev hilbijartin ji bo Kurdan û hêzên demokrasiyê ji hilbijartinên beriya niha girîngtir in û got, eger AKP-MHP encama bi dilê xwe bi dest nexistin, dibe ku hemû gavên avêtine li wan vegerin. Bayik diyar kir, divê her kes bi vê zanibe û ragihand, vê rejîma faşîst diyar kir ku ew li dijî her tiştên bi navê Kurdîtiyê ne; çi hebe bi navê Kurd û Kurdistanê dixwaze tine bike."

DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE

Bayik diyar kir ku Bahçelî gotiye divê ev şaredarî neyên dayîn û Erdogan jî gotiye ku heke kesên din van şaredariyan bi dest bixin ewê dest deynin ser. Bayik diyar kir ku gotinên Bahçelî û Erdogan taktîk e û got, "Dixwazin vî tiştî ji gelê me re bibêjin; heke hûn van şaredariyan bi dest bixin em ê nedin we. Ji ber wê jî belasebeb tênekoşin, heke hûn biçin ser sindoqan jî em ê dîsa ji we bistînin. Bi vê re dixwazin vî tiştî li ba Kurdan ava bikin, ji ber ku ew ê ji destê me bistînin nexwe çima em biçin ser sindoqan û em çima bixebitin? Pereyan belav dikin û sozan didin. Hewl didin bi van rêyan pêşiya têkoşîna Kurdan bigirin. Ez bawer im gelê me hay ji vî tiştî heye. Gelê me divê xwedî li sazî û nirxên xwe derkevin. Mesele ne kes in. Berdêlên mezin hatin dayîn, têkoşîn hate kirin û hin nirx hatin avakirin. Şaredarî jî yek ji wan nirxan e. Divê Kurd xwedî li nirxên xwe û saziyên xwe derkevin. Ew çi dibêjin bila bibêjin divê Kurd tevlî hilbijartinan bibin û saziyên ku hatine xespkirin, careke din bi dest bixin.

DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ JÎ HAY JI VAN TIŞTAN HEBIN

Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî hay ji van tiştan hebin. Alîgirên demokrasî, azadî û edaletê divê bi hev re bixebitin. Bi vî awayî mirov dikare ji AKP û MHP’ê rizgar bibe. Kêşeyên di navbera xwe de divê dernexin pêş. Berevajî vê divê li ser qelskirina AKP û MHP’ê bisekinin û ji bo vî tiştî alîkarî û hêzê bidin hev. Hilbijartinên herêmî ji ber meseleyê gelekî girîng e. Heke hêzên demokrasiyê di vî warî de bi ser bikevin, ew ê li Tirkiyeyê faşîzm bi ser nekeve û ew ê pêvajoyeke nû were destpêkirin. Divê her kes xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derkeve.

SÎNORÊ FAŞÎZMÊ TUNE

Bayik diyar kir ku faşîzm bi tu tiştî xwe bi sînor nake û hewl dide tiştên zêde bi dest bixe û got ku, "Heke em naxwazin vê rewşê bijîn, divê em berxwedan û têkoşînê geş bikin. Ji ber ku li hemberî wan hêzeke berxwedêr heye, ew jî mirovan digirin. Ditirsin. Ew dibêjin ku divê bi girtin û êşkenceyê em wan ji xebatan dûr bixînin da ku em bigihêjin armanca xwe. Divê gelê me vî tiştî bibînin."