Bayik: Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser gotinên Erdogan ku li gorî polîsên Fransayê pesnê polîsên Tirk dida û got, "Faşîst ti carî gemara xwe nabînin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya 'Ulkeden Ozel' a Medya Haber TV de li ser çalakiyên Êlek Zeran ên li Fransayê û daxuyaniyên Erdogan ên di vê derbarê de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz.

TESADÛFÎ NÎNE KU LI FRANSAYÊ DIQEWIME

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hebûna nirxên azadîparêz demokratîk ên li nava civaka Ewropayê û got, "Ji ber ku şoreşeke gelekî mezin a Fransayê pêk hat û bandor li tevahiya cîhanê kir. Lewma rûdana çalakiyeke bi vî rengî li Fransayê tiştekî tesadûfî nîne, yanî pêwendiya xwe bi dîrokê heye. Pêwendiya xwe bi nirxên demokrasî û azadiyê yên dîrokî heye. Ev yek di nava civaka Fransayê de, li nava mirovên Fransayê xurt e. Di heman demê de nirxên gelên Ewropayê ye. Xwedî li wan tê derketin. Çalakiya Êlek Zeran jî vê yekê îfade dike."

ÇALAKIYÊN DEMOKRATÎK IN

Bayik diyar kir, bê edaletiya li Fransayê tê şermezarkirin û li gel daxuyaniya Macron ku got, wê zeman 6 mehan bisekinînin, çalakî bi biryardarî didomin. Bayik got, "Pirsgirêk ne pirsgirêka 6 mehan e. Polîtîkayên tên meşandin dewlemendan diparêze, lê civakê bêhtir xizan dike, tengav dike. Eger ne ji qanûn û biryarên ku dewlemendan diparêzin bûya, wê bandor li gelemperiya civakê nekiribûya, wê destekeke ewqasî zêde ji çalakiyan re nebûya. Bêguman ev çalakî ji aliyê cewherî ve çalakiyên demokratîk in. Lewma civak destekê dide. Xuya ye wê bi vê rêbazê bidome."

FAŞÎST QIRÊJIYA XWE NABÎNE

Bayik got, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir ku polîsên Fransayê çiqasî hov in û yê wan çiqasî demokratîk û însanî ne û wiha dewam kir: "Ev yek gotina faşîstan e. Faşîst ti carî qirêjiya xwe nabînin, berevajî; her tim xwe baş pêşkêşî civakê dikin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Ya ku niha Erdogan dike jî ev e. Ya rast, vê yekê nû nake. Ji roja ku bûye desthilat û vir ve dike. Dikarim vê bi hêsanî bêjim; Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e. Erdogan dibêje, li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heye. Dibêje, li ti devera cîhanê bi qasî Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Gelo ev rast e? Li devereke din a cîhanê bi qasî ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin, nayê binpêkirin. Zindan bi endamên çapemeniyê tijî bûne. Hemû çapemeniya mûxalîf hatiye girtin, dengên mûxalîf hatine birîn, ji çapemeniyê hatine avêtin. Çapemenî bi temamî bûye dengê Erdogan-Bahçelî. Rastî ev e. Her kes vê dibîne û bi vê zane. Ynî li Tirkiyeyê D a Demokrasiyê nîne. Her kes jê aciz e, lê ji cîhanê re radibe dibêje 'Tirkiye dewleteke demokratîk û hiqûqê ye. Demokrasî û hiqûqa ku li devereke din a cîhanê nîne, li Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê hiqûq serbixwe ye'. Hemû dîktatorên li cîhanê ji xwe re Erdogan ê faşîst mînak dibînin.

POLÎSÊN TIRK HOVÎTIYÊ DIKIN

Kiryarên polîsên Tirk li pêş çavan e. Hovîtiyê dikin. Dibe ku polîsên Fransayê li kolanan li ber xwepêşandêran radibin, lê belê polîsên Tirk nahêlin li malan, li avahiyan jî çalakiyek bê kirin, êrîş dikin. Dayikên Windayan, Dayikên Şemiyê mirovên herî hêja yên cîhanê ne. Bi her awayî berdêlan didin pêş çavên xwe û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin. Qebûl nakin ku ew li hev bicivin. Gelo ji vê bêhtir tiştekî hov heye? Erdogan çiqasî dixwaze blia xwe weke demokratekî nîşan bide, lê belê bi nîşandanê mirov nabe demokrat. Rastiya Erdogan-Bahçelî li holê ye, tiştekî ku karibin veşêrin nemaye... Çiqasî ji wan tê bila derewan bikin û her tiştî berevajî bikin. Lê êdî nikarin kesî bixapînin, nikarin rastiya faşîzmê binixumînin. Lewma ti qîmetê gotinên Erdogan nîne."