Bav û keç li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne

Greva birçîbûnê ya li Kolnê didome. Bav û keça Êzidî Lorîn Sezek û Merwan Sezek beşdarî greva birçîbûnê bûn.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 35’an de ye, greva birçîbûnê ya li Kolnê jî di roja 7’an de ye. Bav û keça Êzidî Merwan Sezek û Lorîn Sezek ev sê roj in di greva birçîbûnê ya li Kolnê de cih digirin.

Lorîn Sezek belavokan belav dike û welatiyan agahdar dike. Merwan Sezek jî karên li kon dike û ji bo hevalên xwe vexwarinên germ amade dike.

JI BO ÊZÎ ROJÎ JÎ DIGIRIN

Bav Merwan di greva birçîbûnê de ye lê Lorîn Sezek heman demê rojiyan jî digire. Ji ber ku li gorî baweriya Êzidî di vê hefteya meha Kanûnê de ji bo Êzî sê rojan rojî tê digrtin.

‘JI BO SEROK Û LEYLA GUVEN EZ LI VIRIM’

Lorîn Sezek wiha got; “Hefteya destpêkê ya meha Kanûnê ji bo Şems, hefteya duyemîn ji bo Xwûdan û hefteya sêyemîn jî ji bo Êzî rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê sê rojan em rojiyan digirin. Min bi bavê xwe re axivî û min got ez dixwazim rojiyên xwe li konê greva birçîbûnê bi çalakgerên grevê re bigirim. Keyfa bavê min jî hat. Bavê min jî di nava NAV-YEK’ê de dixebite. Têkoşîna Mam Zekî vêya ji me dixwaze. Ez ji bo Serok û Leyla Guven li vir im.”

Lorîn Sezek di nava rojê de rojiya xwe digire û tiştekî naxwe. Şevan jî weke çalakgerekî greva birçîbûnê tenê av û çayê vedixwe.

Sezek herî dawî got; “Li Kurdistanê dema roj ava dibe rojî dest pê dike û roj dema diçe ava rojî bi dawî dibe. Lê li vir ji ber roj dereng derdikeve sibehan saet 5’an heta saetên 5’ê şevê rojiyê digirim.”