Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Banga xwedîderketina li Dersimê!

Gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, bertek nîşanî şewata ku dewleta tirk a li Dersimê derxistî dan û bang li xwezaparêz û hawirparêzan kir ku xwedî li xwezaya Dersimê derkevin.

Saziya civaka sivîl Dokuz Sekiz û HDP’ê daxuyaniyeke hevpar weşand. Di daxuyaniya hevpar de hate bibîrxistin ku şewata artêşa tirk a dagirker li Dersimê deranî, bi bandora bayê berbelavî qadeke gelek fireh bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hewldana gelê herêmê û xêrxwazan şewat kêm bûye lê belê ji ber bayê dîsa berbelav bûye û hêj jî didome.

Daxuyanî wiha ye:

“Ligel hemû hewldan û xwesteka gelê Dersimê bi hinceta ‘Herêmên Qedexe ne’ çûna gel a li cihê şewatê hate astengkirin ku destwerdana şewatê neyê kirin. Ne destûr dan ne jî heta niha tu saziyên dewletê yên pêwendîdar xwe ji bo tefandinê nelepitandiye.

Qadên me yên jiyanê, bi hezaran zindiyên tê de dijîn ve, daristana cîhanê ya herî xweşik a darê berûyan e tê tunekirin. Em weke nûnerên komalayên Dersimê û endamên wê, dostên Dersimê, bi biryar in ku gelê Dersimê, xwezaya wê, çanda wê, gil û gihayê wê biparêzin.

Em bang li hemû rêxistinên xwezaparêz, ekolojîst dikin ku xwedî li daristan û xwezaya Dersimê derkevin.”