Bandora krîzê zêde dibe

Krîza aboriyê bandoreke giran li bazarên Wanê jî kiriye. Şêniyên bajêr îsal ji ber krîzê nikarin amadekariyeke xurt ji bo zivistanê bikin.

Krîza aboriyê ya mezin û bêkariya li Tirkiyeyê bandoreke giran li jiyana mirovan dike. Derfetên welatiyan qels bûne ku bi zorê madeyên sereke yên xurekê dikarin bikirin.

Yek ji bajarên ku krîza aboriyê bandoreke giran lê kiriye Wan e. Nifûsa Wanê zêdeyî milyonek e, lê belê febrîqeyek lê nîne. Tevî ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, bazirganiya li ser sînor jî lê hatiye qedexekirin. Li Qelqelî, Elbak û Ebexê deriyên sînor hene, lê belê li gelê Kurd hatiye qedexekirin ku bazirganiyê bike. Rêjeya bêkariyê li dora 80 ji sedî ye.

Krîza aboriyê bandor li amadekariya zivistanê ya welatiyan jî kir. Şêniyên Wanê mehên payîzê konserve, tirşî û fêkiyên hişk ji bo mehên zivistanê amade dikin. Welatiyên ku her sal vê amadekariyê dikin, îsal ji ber krîzê nekarî bikin.

Hin ji esnafên Wanê ji ANF'ê re gotin, "Îsal mehên zivistanê wê gelekî giran be... Rojên bê em ê bi hev re bandora krîzê bibînin. AKP, me û welatiyan dişêlîne û bi vî rengî li ser desthilatdariya dimîne."