Balefirên şer ên Tirkiyeyê bombe li ser gundan barand
Balefirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li ser gundan barand.
Balefirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê bombe li ser gundan barand.
Li gorî nûçeya Rojnewsê balefirên şer ên Tirkiyeyê vê êvarê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê gundên Lêtan, Deraw û Sûî Bapîrê bomberdûman kiriye.
Derbarê encamên êrîşê tu agahî nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk çend roj berê kampa penaberan a Mexmûrê û Şengalê bomberdûman kiribû û çar kesên sivîl qetil kiribû.