Balafirên şer ên Tirk sivîlan dikin hedef

ANF’ê xwe gihand gundê Bolê yê Başûrê Kurdistanê ku balafirên şer ên Tirk bombe lê barandibû, bi belge kir ku 4 sivîl hatine birîndarkirin û ziyanên mezin ên madî pêk hatine.

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundê Bolê yê navçeya Navdeşt a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê barand û 4 sivîl birîndar bûn, mal hilewşiyan û ziyanên madî rûdan. Şewata piştî bomberdûmanê rûda hewl tê dayîn ku ji aliyê gel û şaredariya Binarê Qendîlê ve bê vemirandin. Li gundê Bolê yê ku malek bi temamî hatiye rûxandin û çendek jî ziyanên mezin lê bûne welatiyan rewaş li gund ji ANF’ê re vegotin.

‘ÊRÎŞÎ RISQÊ ZAROKÊN ME DIKIN’

Xelkê gund ên debara xwe bi lawirvanî û çandiniyê dikin, bal kişandin ku dewleta Tirk vê texrîbat û êrîşên xwe li ber çavê raya giştî ya cîhanê dike. Cotyarekî ku ji ber êrîşa hewayî ziyan gihiştiye zeviya wî bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk a li Kurdan û got: “Em li vir cotyar in. Em li pey risqê zarokên xwe ne. Ji sibehê heta êvarî em kar nekin nikarin debara zarokên xwe bikin. Em li ser warê xwe ne. Binêrin li vir çi tîne serê me.”

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ HIKÛMETA BAŞÛR HATE DAYÎN

Cotyar nerazîbûn nîşanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê da û got: “Ti hikûmeteke me nîne. Eger hebana wê ji bo me û zarokên me yên ku ji bo risqên xwe kar dikin, li hemberî van êrîşên faşîst biparasta, qet nebûya jî wê deng bikira. Binêrin ti dengek û helwestekî yê hikûmetê nîne.

Cotyar nerzbûn nîşanî weşanên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê jî kir ku îdîa dikin ku gundên tên bombekirin vala ne û diyar kir ku gundê xwe valanekirine, wê ti demê jî vala nekin.

‘LI VIR GERÎLA NÎNE, WELATIYÊN SIVÎL IN’

Ji gundê Golê Diyar jî da xuyakirin ku ziyanek mezin ber baxçeyê wî ketiye û ev got: “Di navbera sala2011-2012;’an gelek caran gundê me hatiye bombekirin. Li Kortekê 7 welatiyên hatinbûn qetilkirin jî gundê me bûn. Em daxwaz ji hikûmetê dikin ku li dijî bomberdûmanê bibin xwedî helwest. Sivîl dibin qûrbaniyên bombeyan. Li vir gerîla nîne, sivîl şehîd dibin. Binêrin li vir li malên sivîlan hatiye xistin. Cihên hatin lêdan mal in. Ma li vir gerîla dibe? Gerîla li vir nîne, hemû li derveyî gund in.”

Cotyereke din ê dema bomberdûmanê li nava zeviya xwe kar dikir jî diyar kir ku dema li gund hate dayîn xwe li ber darekê parastiye û got: “Ev ne karê misilmaniyê ye.”

Welatiyê bi navê Cengî Enwer û Ebdullah Hemîd Emer ên di êrîşê de giran birîndar bûbûn, rakirine nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.