Bajarekî Elmanyayê jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand

Piştî Brîtanya û gelek bajaran, bajarê Konstanz ê Elmanyayê jî ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand.

Tevî Parlamenta Brîtanya Mezin ku hikum da; pirsgirêka avhewayê êdî gihîştiye asteke metirsîdar, meclîsên bajarên London, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancouverê biryar dan û ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandin.

Bajarekî Elmanyayê jî tevlî nava van bajaran bû. Bajarê Konstanzê ku li peravê gola Bodensee ya li başûrrojavayê Elmanyayê ye, bi koma xwendekaran a bi navê 'Fridays for Future' (În a ji bo paşerojê) kir û ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihand.

BIRYAR HEMÛ WÊ LI GORÎ HESASIYETÊN AVHEWAYÊ BÊN DAYIN

Şaredarê Konstanzê Uli Burchardt ji Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDU) ye. Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di çarçoveya karekî ku meha Sibatê dest pê kir de, ji bo ragihandina rewşa lezgîn a ji bo avhewayê, pêşnûmeyek hate amadekirin. Berdevkê şaredariyê diyar kir, biryarên ji niha û pê ve li bajêr bên dayin wê li gorî bandora wan a li ser avhewayê bên wergirtin.

Li gorî biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya Konstanzê ve hate wergirtin, divê enerjiya li bajêr ji cûreyekî welê be ku zerarê nede avhewayê, ragihandin li bajêr dostê hawirdor û avhewayê be û li ser bikaranîna enerjiyê li avahiyan divê rêveberiyeke nû ya enerjiyê bê avakirin.

TÊ PAYIN KU LI GELEK BAJAR Û EYALETAN REWŞA LEZGÎN BÊ RAGIHANDIN

Çalakiyên ji bo avhewayê bi pêşengiya xwendekara 16 salî ya Swêdî Greta Thunberg dest pê kir. Thunberg rojên Înê neçû dibistanê û ji bo avhewayê xwepêşandan pêk anî. Vê çalakiyê li gelek welatan deng veda. 'Greva dibistanê ya ji bo avhewayê' ku bi pêşengiya Thunberg dest pê kir, piştre veguherî 'În a ji bo paşerojê' û li her devera dinyayê belav bû.

Bajarê Konstanzê ku nifûsa xwe 85 hezar e, li Elmanyayê bajarê destpêkê ye ku şaredariya wê li gorî vê bangê tevdigere. Tê payin ku ev biryara Konstanzê zexteke bi heman rengî li bajar û eyaletên din jî bike.