Bajarê xwedî gaz û petrol, welatî bê gaz in

Petrol û gaza bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê cîhan tev têr kiriye, lê ji bo wergitina 100 lître gaz welatî bi saetan û êşeke mezin heta dikarin bigirin.

Di encama lihevkirina di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê de rojê 700 hezar bermîl ji bîrên petrolê yên Kerkûkê tên derxistin û bi rêya Kampanyaya Soma ji bo derveyî welat tê şandin.

Petrola Kerkûk a belavî cîhanê dibe her tim bala cîhanê kişandiye. Lê mixabin welatiyên Kerkûkê yên xwecihiyên vê axê ji bo girtina 100 lître gaz zêdetirî hefteyekê bi bendewariya bi êş ya li ber navendên belavkirinê dikarin bigirin.

GAZA JI XWE TÊRÊ NAKE, BI DIZIYÊ DIFIROŞIN QACAXÇIYAN

Yek ji navendên belavkariya gazê Navenda Nehro ku dikeve taxa Rirêmawey ya bajarê Kerkûkê ku 300 hezar welatî li vê navendê gazê distînin. Hikûmet hefteyê tenê 37 hezar lître ji bo vê navendê dişîne, lê mixabin ev rêje têra welatiyan nake. Welatî bi gazinc in û dibêjin ji vê beşa heyî jî hîle û sixetkariyê dikin, gaza dimîne dubare difiroşin.

Jina bi navê Fatma Mihemed ku hefteyeke ji bo girtina gazê di rêzê de ye, anî ziman ku li gorî pêwîst gaz ji bo navendê nayê şandin û ev tê şandin jî têra welatiyan nake. Mihemet got: “Ji xwe gaz kêm tê, ya heyî jî baş parvenakin û difiroşin qaçaxçiyan.”

HIKÛMET GAZÊ KÊM DIŞÎNE

Berpirsyarê navenda gazê ya Nehro Kameran Seîd jî destnîşan kir ku heftê carekê gaz ji bo navenda wan tê û ev jî dibe sedema qelebalixiya zêde ya welatiyan a li navendê. Seîd bal kişand ser şandina gaza tê û belavkirina wê û got: “Hikûmet serê her malbatê 100 lître gaz dişîne û ev jî dike 350 bilet. Niha 600 malbat zêdetir li vir kom bûne, em tenê dikarin gazê bidin 350 malbatan. Pirsgirêka niha derdikeve ji rêveberiya gazê dişe ye.

Seîd diyar kir ku berê mehê 26 tankerên gazê ji bo navenda wan dihate şandin, lê niha tenê mehê 4 caran gaz ji bo navenda wan tên şandin. Seîd got: “Ev jî dike her serê hefteyê carekê gaz bê û ev jî têra welatiyan nake.