Azadî Wûppertal şampiyoniya xwe pîroz kir

Tîma Bv Azadî, ku li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê ji Kreîs Lîga B derbasî Kreîs Lîga A bû, şampiyoniya xwe pîroz kir.

Tîma Azadî Wûppertal, ku di maça xwe ya dawî de li dijî tîma Îtalyayî Mîlano bi encama 6-0 bi ser ket, şampiyoniya xwe bi Kurdistaniyan pîroz kir.

Piştî maçê, li stadyûmê pîrozbahî hate lidarxistin û dîrektorê teknîkî yê Azadî Wûppertal Halîl Erdem li vir axivî. Erdem diyar kir, ku ew di pêvajoyeke zehmet de ne û got, "Lîstikvanên me gelekî baş xebitîn. Di nava tîm de agahiyeke baş hebû, mîna malbatekê me kêmasiyên hev çareser dikir. Tîma me hêjayî şampiyoniyê bû û bû şampiyon. Li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Ji bo serketinên me dewam bikin, em li bendê ne ku gelê me di dema pêş de desteka xwe zêde bike. Em ê bi hev re hemû zehmetiyan ji holê rakin û em şampiyoniya tîma Azadî Wûppertal diyarî tevahiya gelê Kurd dikin."

Piştî axaftina Erdem, lîstikvanê tîma Azadî Wûppertal Selîm Cebba û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Lêhat Botî axivîn.

Piştî axaftinan, hunermend Raûf Keleş derket ser dikê û Kurdistaniyan li ber stranên Keleş govend gerandin û şampiyonî pîroz kirin.