Azadî Wûppertal bû şampiyon

Maça ku li stada Azadî Wûppertalê saet di 15:00 de dest pe kir bi encama 4-1 bi serketina tîma Azadî Wûppertal qediya.

Tîma Azadî Wûppertal, ku li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê di Kreîs Lîga B de têdikoşe, du hefteya beriya bidawîbûna lîgê, tîma Yewnan Hellas Wûppertal kir mêvanê xwe.

Azadî Wûppetal di vê maçê de bi encama 4-1 li hemberî Hellas Wûppertal bi ser ket û du hefte beriya bidawîbûna lîgê, şampiyoniya xwe ragihand û derbasî lîgek bilindtir bû.

Golên ku Azadî Wûppetal bi ser xist, di deqeya 10. de ji aliyê Tîm Rassfeld, di deqeya 22'an de ji aliyê Nîkolaos Krîthînakîs (avêt keleha xwe', di deqeyên 45. û 90. de jî ji aliyê mîrkan Demîrkaya ve hatin avêtin.

Dîkrektorê Teknîkî yê tîma Azadî Wûppertal Halîl Erdem piştî vê serketinê ji ajansa me re axivî û anî ziman, ku şampiyonî mafê wan bû û têkoşîn ji bo wan hê nû dest pê dike. Erdem bang li Kurdistaniyan kir, ku di 21'ê Gulanê saet 15:00 de li stadyûma Azadî Wûppertal beşdarî pîrozbahiya şampiyoniyê bibin.