Ayboga: DMME’yê ji berpirsyariyê direve

Ji Hewldanerê Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga bertek nîşanî biryara DMME’yê da û got, "DMME ji berpirsyariyê direve."

Ji Hewldanerê Jiyandina Heskîfê Ercan Ayboga, di derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya di derbarê de Heskîfê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de Ayboga got, "DMME’ê, îro biryara xwe ya di derbarê ku projeya Baraja Hîdroelektîrîk û Germavê ku bajarê Heskîfê eşkere kir ya ku xwedî dîroka 12 hezar salan û tê xwestin di bin avê de were hiştin. Di biryara DMME’yê de hate gotin ku di mijara gihaştina mafê kesan a gihaştina çand û mîrasa dîroka xwe ku hê Endamên Konseya Ewropayê hê xwe negihandinê ev erk bi bi dest nexistine, lewre serlêdana 5 kesên doz vekirî, hatiye redkirin.”

'FERSEND JI DEST ÇÛ'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"DMME’yê xwe berpirsyar nedît ku porejeya Germavê ku wê pêşî li qirkirineke mezin a çandî, ekolojîk û civakî veke, nexwest gaveke wisa biavêje ku bajarê kevnar Heskîf û Geliyê Dîcleyê rizgar bibe.

Ev jîngeha xwedî çand û mîraseke dîrokî û xwezayî ya bê nîqaş a Tirkiyê û Rojhilata Navîn e, ji razemeniyên aborî gelek hêjatir e.

DMME, bi awayekî eşkere ji berpirsyariyê reviyaye. Heke demborî be jî di derbarê Heskîfê de biryareke tevdîrgirinê hatibûya standin, vê biryarê wê pêşî li nîqaşên nû vekira û Endamên Konseya Ewropa wê di gavavêtina ji bo xwegihandina mîrasa çandî de zehmetî nekişandana. Bi vê re wê hikumeta Tirk neçar bikira ku ji bo bicihanîna standartên hawir û civakî de bi cih bîne. Dîsa ev biryar dikariya ji bo dozên din ên mîrasa çandî bibûya mînak.”