Awûstralya ziwa dibe

Li her devera cîhanê germahiya gerdûnî bandor dike, li Awûstralyayê jî di nava 50 salên herî dawî de demê herî ziwa dijî û herî zêde ev jî bandorê li cotkariyê kiriye.

Li Awûstralya ya ku ji sala 1930’î û vir demê herî germ dijî, di meha Çileyê de li hinek deveran pileya germahiyê gihişte 69 pileyan.

Li welatê ku piranî xwedî avhewayekî ziwa ye, di hefteyên dawî ji ber germahiya zêde her ku diçe bandora ziwabûnê zêdetir dibe.

Ziwabûn jî herî zêde bandora xwe li milyonan kesên ku debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê dike ye. Ji ber nebarîna baranê piraniya zevî û erdên wan ziwa bûye.

Li Qûeensland a dikeve bakurê welat ji sedî 60 xak ziwa bûye.

Hikûmeta federal a ku ziyanên cotkaran li ber çav digire, ragihandibû ku wê alîkariyeke madî ku bi qasî 12 hezar dolar alîkarî bi Awûstraliyan re bike. Bi vê yekê hikûmed dixwaze paketa alîkariyê ya lezgîn a 190 milyon dolar bixe meryetê ye.